Meclisa me ya Jinan kampanyaya me ya "têkoşîna jinan li her derê ye" da destpêkirin

Meclisa me ya Jinan, bi rêxistin û saziyên jinan re, kampanyaya me ya "têkoşîna jinan li her derê ye" da destpêkirin. Berdevka Meclisa me ya Jinan Ayşe Acar Başaran, di daxuyaniyê de wiha axivî: 

Dixwazin desthilatiyeke faşîst û nijadperest li ser gelan ferz bikin

Li Tirkiye û hemû cîhanê kapîtalîzm di kirîzê de ye. Ji bo ku kapîtalîzm ji nav vê kirîzê derkeve serî li rêyên cuda dide, wekî afirandina gotinên nebaş ên nefret û kînê, birêxistinkirina nijadperestiyê, êrîşkirina maf û destkeftiyên jinan, her wiha bi vê yekê dixwazin rê li ber desthilatdariyeke rastgir vekin ya ku mafê karker û kedkaran bêtir binpê dike û desthilatiyeke faşîst û nijadperest li ser gelan ferz bikin. Ji aliyekî din ve bi polîtîkayên xwe yên di dema belavbûna Covid-19'ê de aşkera dan xuyakirin ku ew çiqasî li dijî jinan, gelan û civakê ne. Berpirsên van nexweşî û belayan pergala birêvebirina dewletên kapîtalîst e. Ev nexweşî û pandemî ji xwe re kirin wekî firsendekê ku pergalên faşîst bêtir otorîter bikin. 

Di pandemiyê de bi riya qeyûman, êrîş birin ser destkeftiyên gelê Kurd

Hevalbendên desthilata hikûmeta Tirk a AKP/MHP'ê ev pandemî ji xwe re kirin wekî firsendekê û bi riya qeyûman êrîş birin ser destkeftiyên gelê Kurd û maf û vîna hilbijjêran tune hesibandin, derbe li dijî vîna gel pêk anîne. Ne bi tenê vîna gelê Kurd xesb kirin lê êrîşên xwe li dijî çand û zimanê Kurdan jî berdewam kirin. Êrîşên xwe birin ser pergala hevserokatiyê, hewl didin ku hemû destkeftiyên jinan jî xesb bikin û wekî berdewamiya van êrîşan derbeya ku di van rojên dawî de li dijî parlementeran pêk hat û parlementeriya 3 wekîlan betal kirin. 

Jin û hemû kesên li ber xwe didin wek hedef in

Yek ji wan parlementeran hevseroka KCD û parlementera Colemêrgê rêzdar Leyla Guven bû ku hemû temenê xwe daye tekoşîna ji bo azadiya gelê Kurd û di vê riyê de gelek bedelên giran jî dane. Di serî de jin hemû kesên li ber xwe didin ji vê desthilatê re wekî hedef in. Lewre jî ew êrîşên her kesî dikin, parlementeran ji kar dixin û bi taybetî jî kesên ku bi dengên jinan hatine hilbijartin, di vê dema belavbûna vê nexweşiya koronayê de jî êrîşên xwe mêtingerî li dijî gelê kurd û bi taybetî li dijî destkeftiyên jinan zêdetir kirin. Li dijî her kesên li ber xwe didin êrîşên xwe zêdetir kirin. Lê çi dikin bila bikin, ew dê nikaribin vê hêrsa jinê, hêrsa gelên bindest kêm bikin. Wan her li ber xwe daye û dê li ber xwe bidin.

Di pandemiyê de zêdetir êrîşî sazî û komeleyên jinan kirin

Di dema ew desthilatiya mêr, pergala kapîtalîst, kursî û meqamên xwe ji xwe re wekî bingeh digirin dest ê me jî em wekheviyê û tekoşîna azadiyê ji xwe re wekî bingeh digirin dest. Bloka faşîst a AKP-MHP  bi banga “Li mala xwe bimînin” ya qaşo ji bo tenduristiya xelkê bang dikirin tevî hemû bangên ku sazî û dezgehên me yên jinan kirin wan guh neda banga me ya tedbîrên pêşiya tundiya li dijî jinê digirin. Lê berevajiyê wê yekê wan qanûna hejmar 6284 a (peymana Stenbolê) bêkêr kir û hema bêje ji kar xist. Her wiha êrîşên xwe yên li dijî komele û saziyên jinan zêde kirin. Êrîş birin ser saziyên jinan ên tekoşîna xwe li dijî tundiyê dikin. 

Bi piştgiriya MHP’ê tecawizkar serbest berdan

Êrîşa li dijî endam û rêveberên komeleya jinan a Rosa û binçavkirin û girtina çalakvanên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî mînaka dawî ya van êrîşan e. Ew yek jî ne bes bû bi ser de qanûna înfazê ya MHP'ê piştgiriya wê dikir bi lezgînî derxistin û kesên ji ber tundiya li dijî jinê û sûcên tecawizkariyê hatibûn girtin serbest berdan. Kesên bi nasnavên profesor, rojnamevan û nivîsakar derxistin telvîzyonan. Van kesan hewl da îstismarkirina zarokan rewa bikin. Bi darbeya qeyûman a li ser şaredariyan vîna gelê Kurd û jinan xesb kirin. Pergala hevserokatiyê û temsiliyeta wekhev a me jinan bi têkoşîna salan bi dest xistin, kirin hedefa xwe. Êrîşên zayendperest li dijî jinên têkoşer pêk anîn.  Bi kargoyê cezanezeyên zarokan ji dayikên wa re şandin, bi veşartina cenazeyan a di peyarêyê de, êrîşa li dijî goristanan êrîşên nirxên gel û yên mirovahiyê kirin. Hewl dan projeyên wek Kanal Stenbol, kana madeyê ya li Bursayê yên dijminên mirovahî û xwezayê bikin meriyetê. Her kesî banga "li malê bimîne" dikir lê wan zor da karkeran da ku bixebitin. Hewl dan jinan mehkûmî hejarî û bêkariyên bikin.

Ji bo AKP-MHP’ê, “asayîbûn”, faşîzm e, zayendperestî û dijminatiya li dijî jinan e

Desthilata AKP-MHP'ê ya hewl dide emrê xwe bi polîtîkayên dijminane yên li dijî jinan dirêj bike û gotina 'asayîbûnê' her tim tîne ziman. Di ser serweriya mêr de bi navê 'asayîbûnê' çavên xwe kutaye destkeftiyên jinan ên bi kedeke mezin bi salan bi dest xistine. Em jin dizanin, tişta AKP-MHP jê re dibêjin 'asayî' faşîzm e, zayendperestî ye, dijminatiya li dijî jinan e. ‘Asayiyên’ wan qetlîamên jinan e, ‘asayiyên’ wan di bin navê xwekuştinê de bidawîkirina jiyana jinan e. ‘Asayiyên’ wan di bûyera windakirina Gulistan Doku de jî me dît, bi destê polîs û leşkeran li dijî jinan pêkanîna siyaseta mêtingeriyê ye, parastina kujeran e. Em vê ‘asayiyê’ qebûl nakin. 

Em jin, mîrasa têkoşîna xwe ji Rosayan, Clarayan, Sarayan digirin

Ev êrîşên ku li dijî destkeftiyên me ne nû ne. Di serdema îktîdara faşîst a AKP-MHP’ê de, di îktîdarên beriya serdemên din de jî li dijî destkeftiyên jinan êrîş pêk hatibûn. Lê tiştên ku ew nabînin an jî naxwazin bibînin, jinan geh li Kurdistan û Tirkiyeyê, geh li Lûbnanê, geh li Fransa, DYA û li her derê cîhanê li dijî êrîşan berxwedan û neterikandina qadan ji xwe re kirine qaîde. Em jin; mîrasa têkoşîna xwe ji Rosayan, Clarayan, Sarayan, li Newyorkê jinên karker ên tekstîlê, ji berxwedana Geziyê û jinên ku di 8’ê Adarê de li qadan azad bûn, digirin. Em di domandina vîna wan ên têkoşînê de bi biryar in.

Têkoşîna jinan li her derê ye!

Ger li dijî destkeftiyên me yên jinan êrîş hebin li hemberî vê yekê jî biryardariya me ya jinan a têkoşîn û berxwedanê heye. Aha tam di vê pêvajoyê de jî li dijî rêxistinbûyîna serdestiya mêran wekî Meclisa Jinan a HDP’ê, kampanyaya bi navê ‘TÊKOŞÎNA JINAN LI HER DERÊ YE’ ku dê mehekê bidome, didin destpêkirin. Wekî Meclisa Jinan a HDP’ê, starta kampanyay ku me dayî destpêkirin, bi hevserok û hevberdevkên me û wekî HDK û DTK’ê dê bi gotina ‘EM HENE, EM LI VIR IN, TÊKOŞÎNA JINAN LI HER DERÊ YE’ bidin destpêkirin. Li mal, kolan, meclis, cihê kar; bi kurtasî li her qadên jiyanê em ê xwedî li mafên xwe derkevin. 

Li dijî qanûna îstîsmarê ku tê xwestin li meclisê bê derbaskirin, em ê bêjin ‘Efûya îstîsmarê nabe’. Li dijî Qanûna Înfazê ku ji bo girtiyên siyasî tê wateya mirinê lê çeteyan, dizan, tacîzkarên jinan û faîlên tundiyê dide berdan, em ê kolanan neterikînin. Em ê bi gotina ‘Hevserokatî Xeta me ya Mor e’ destûrê nedin qeyûmên ku dijmînê jinan in, bajarên me bikin bajarên mêran. Li dijî qetlîamên jinan ku veguheriye qirkirina zayendî em ê xwe bi gotina ‘tehemûla me ji bo kêmbûna yek kesî jî tune ye’ li her derê birêxistin bikin.

Eger em jin bi hev re bin, em xurt in 

Divê tifaqa mêran a AKP-MHP’ê bizanibin; em ê mafên xwe yên ku hatine bidestxistin radestî însafa wan nekin. Em jin dizanin ger bi hev re bin em xurt in. Yê ku me bide jiyandin têkoşîn û piştgiriya me ya jinan e. Ji bo hemû jinan bangaweziya me ye; werin em bi têkoşîna xwe ya BI HEV RE bibin tirsa îktîdara mêr. Ji bo jiyandina cîhanekê divê em destkeftiyên xwe yên jinan nedin xesbkirin.

Di hedefa me jinan de ji bo jiyaneke wekhev û azad, têkoşîn û berxwedan heye 

Yek armanca van hemû êrîşan hene. Em jinan têxin nav qaliba ‘bîatkirinê’ û ‘jina meqbûl’. Di hedefa mêrê serdest ê faşîst de bêdengkirina jinan, hepiskirina jinan a nava çar dîwaran, li dijî destkeftiyên mafên jinan êrîş hene. Lê belê tiştekî ji bîr kirine heye, di hedefa me ya jinan de jî, ji bo jiyaneke wekhev û azad têkoşîn û berxwedan heye.

Wekî Meclisa Jinan a HDP’ê; BI HEV RE, li dijî qeyûman, li dijî îstîsmarê, li dijî qanûna înfazê, li dijî tundiya li ser jinan; li meclis, kolan, taxan, malan, qadan, fabrîkayan, atolyeyan û her derê bajaran di nav têkoşîn û rêxistinbûyînê de bin. 

Têkoşîna Jinan Li Her Derê Ye

Jin Jiyan Azadî

 

Partiya Demokratîk a Gelan

Meclisa Jinan

8 Hezîran 2020