Meclisa me ya Jinan starta 25’ê Mijdarê da: Jin, jiyan, azadî

Me li Îzmîrê bi daxuyeniyeke çapemeniyê, starta çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan da:

Di ser kuştina xwişkên Patria, Minerva û Maria Mirabel re 62 sal derbas bûn. Xwişkên ku mîna perperokan jî tên zanîn roja kuştina wan 25’ê Mijdarê ya Roja Piştevanî û Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan hatiye qebûlkirin. Li çar aliyê dinyayê jin li dijî tundiya zilam-dewlet, şer, xizaniyê qadan tije dikin û serhildana xwe diqîrin. Ev serhildan îro li kolanên Îranê bûye Jîna, li Kurdistanê û li Rojhilata Navîn jî jin jiyan azadî. Têkoşîna jinan roj bi roj mezin dibe!

Silav li jinên ku li dijî tundiya zilam-dewletê diherikin qadan,

Silav li jinên ku porê Jîna kirine ala serhildanê,

Silav li jinên ku dibêjin jin, jiyan, azadiyê,

Silav li kesên ku pênûsa Nagihan li erdê nahêlin,

Silav li Aysel Dogan ku emrê xwe ji têkoşîna aştiyê re bexşand,

Silav li kesên ku bûn Denîz Poyraz û daketin kolanan,

Silav li Şebnem Korûr Fîncanci ku heqiqet anî ziman,

Silav li Fîgen, Leyla, Ayşe, Gultan, Sebahat, Ayla û hemû hevalên me yên jin ên li zindanan li ber xwe didin!

Îro desthilat jî hewl dide dengê jinan qut bike. Lê haya wan ji hêza têkoşîna me heye. Em li dijî êrişên derbarê maf û destkeftiyên xwe de têdikoşin. Em dibêjin li dijî siyaseta qeyûm hevserokatî xeta me ya binevş e. Em li kargeh û atolyeyan li dijî kedxwarî, derxistina ji kar, tacîz û zextê berxwedanê birêxistin dikin.

Îro tifaqa AKP-MHP’ê jî êrişî têkoşîn û destkeftiyên me dike û dixwaze desthilata xwe bidomîne.

Ji meha mijdarê ya salî borî heta niha herî kêm 335 jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin. Ji sala 2008’an heta niha herî kêm 4 hezar û 200 jin hatine kuştin.

Desthilat Peymana Stenbolê ji meriyetê radike û doz li me vedike ku em dibêjin “Peymana Stenbolê ya Me ye”.

Kesên divê bên lêpirsînkirin ew kes in ku li Qesrên Edaletê faîlan bêceza dihêlin. Kesên divê bên lêpirsînkirin ew kes in ku bi qanûnên ku derdixin tundiyê xwedî dikin. Têkoşîna me ya edaleta rasteqîn dê qezenc bike!

Niha jî dibêjin em ê malbatan xurt bikin. Malbata ku desthilata AKP’ê behsa wê dike ji bo jinan tundiya zilam e. Em ji desthilatê re dibêjin: Em ê hepsî malê nebin. Qad û kolan yên me ne!

Desthilat di hêla aboriyê de jinan bi zilaman ve girê dide. Li ser maseyan bi burokratên zilam ve budceyê ji şer re vediqetîne. Bi xerckirina veşartî ya 3 mehên vî salê ya Serokkomariyê, dikarîn şertên 600 hezar jinan baştir bikin!

Em xizaniya jinan qebûl nakin! Em dibejin ji şûna şerê, jinan re budce! Em ê budceya jinan ava bikin!

Tecrîda herî giran a li Îmraliyê îro li girtîgehan jî pêk tê. Kesên ku digotin “Ji bo îşkenceyê sifir tolerans” çavên xwe ji girtîgehan re digirin. Şer ji bo jinan xizanî, tundiya zayendî, tacîz, tecawiz û îstismarkirina ked û laş e. Di vê 25’ê Mijdarê de jî em li dijî tundî, şer û xizaniyê di serhildanê de ne!

Desthilata serdest a mêr çiqas êriş bike em ê bêtir têbikoşin,

Ew çiqas bi derewan bigirin em ê li pey heqîqetê biçin,

Di vê 25’ê Mijdarê de em ê dûrişmeya xwe ya jin, jiyan, azadî bi dengê hemû jinên dinyayê re bikin yek û derbikevin qadan,

Em li dijî faşizmê dibin jiyan û hêviyê mezin dikin!

Jin, jiyan, azadî!

 

14 Mijdar 2022