Ocalan: Faşîzma AKPê di nav zindanan de zindanên nû ava dike

Parlementerên me di roja 20’emîn de nobeta xwe ya edaletê didomînin. Parlementerên me Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Kemal Bulbul, Omer Ocalan, Zeynel Ozen, Zuleyha Gulum, Kemal Pekoz û Ridvan Turan beşdarî çalakiyê bûn. Omer Ocalan li vir axivî û wiha got:

Çapemeniya hêja wekî hûn jî dizanin 24 sal in li Îmraliyê li ser birêz Ocalan û hevalên wî tecrîdeke girankirî heye. AKP û MHP dema dipeyivin behsa dewleta zagonî dikin. Dibêjin em dewleteke makezagonî ne. Lê em dibînin wekî malbat jî 21 meh in tu têkilî bi birêz Ocalan re tune ye. Herî dawî bi riya telefonê li Dadgeha Rihayê hevdîtineke kurt pêk hat. Rûbirû hevdîtin jî 3 salan nayê kirin. Ku qanûn hebe, ev dewleta dewleteke qanûnî be ev qanûn ji bo birêz Ocalan çima pêk nayê? Em dizanin ev hikûmeta faşîst ji 2015’an vir ve hemû zagon ji bo Kurdan ji bo birêz Ocalan ji bo siyaseta demokratîk ji holê rakiriye. 

AKP'ê riya xwe şaş kiriye, ketiye riyeke xirab

Li her qadê jiyaneke bi awayek alozî berdewam dike. Li qada jiyanê jî aborî jî civakî jî li her aliyê xitimandinek heye. Dixwaze xwe bi şer bêqanûniyê li ser piya bihêle. Plansaziya AKP û MHP ev e. Dixwaze li ser civakê êriş bike û jiyana xwe bidomîne. Em dibêjin meseleya Kurdan meseleya civakî ye û pirsgirêkên dê bi rê û rêbazên demokratîk bi muzakere û diyalogê çareser bibe. Lê tişta em dibînin AKP şaş bûye, riya xwe winda kiriye, ketiye riyeke xirab. Divê gelê me baldar be, dema guhirandinê nêz dibe. Em ê birsiva êriş û zilma li ser miletê me û li ser zindanan bidin. 

Zilm û bêedelatiya herî mezin ji Meclisê ji Wezareta Dadê dest pê dike

Li vî welatî qanûn û maf nemane. Deshilatdariyek ava kirine kadroyên AKP û MHP'ê û êriş û zilmê li ser vê gelê li ser civaka Tirkiyeyê ferz dikin. Hûn dikarin bêjin tecrîd li ser birêz Ocalan tê meşandin. Tecrîd li her derê tê meşandin em jî niha di bin tecrîdê de ne. Her der dorpêç kirine, ev der jî Meclis û parlamentoya Tirkiyeyê ye, ev zagon ji vir derdikevin. Bêqanûniya herî mezin li vê avahiyê dest pê dike. Lewma em dibêjin cihê çareseriyê helbet ev der be. Îdareya gel li vir temsîl dibe. Li aliyekî Wezareta Dadê heye. Wezîr Bekîr Bozdag e. Ev sazî tecrîdê dimeşîne. Ev sazî ne saziya edelatê ye. Ev sazî bûye saziya bêedelatiyê. Bekîr Bozdag jî bûye wezîrê bêedelatiyê. Ka qanûn li ku derê li kîjan bajarê tê meşandin. Li her derê îradeya vî miletî hatiye binpêkirin.

Faşîzma AKP'ê di nav zindanan de zindanên nû ava dike

Ji aliyekî ve behsa Rojava dikin Başûr û Rojhilatê Suriyeyê dikin. Dibêjin em ê êriş bikin. Behsa Başûr dibe dibêje ez ê şer bibim. Ji aliyê din êriş li ser HDP’ê heye dibêje ez ê siyaseta demokratîk tasfiye bikim. Dibêje ez nahêlim tu kes siyasetê bike, hêzên demokratîk, sosyalîst, çepgir û Kurd di bin banê HDP'ê de xwe îfade bikin. Deriyê AKP'ê ji tiştên din re vedike. Lewma em dibêjin, bangewaziya me li civakê ye. An niha qeyran û kaosa em tê de ne, faşîzma AKP û MHP’ê ye. Em vê tiştê yek bi yek pênase dikin. Lazim e bersiva vê yekê bê dayîn. Di makezagonê de çi hatiye nivîsandin. Dema mirovek di zindanê de be, mafê wî heye ku bi xizmên xwe re û bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Her girtiyek dikare bi malbata xwe û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Em ji AKP û MHP'ê lutfekê naxwazin. Te ev zagon derxistiye ji bo birêz Ocalan, Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar, Hamîli Yildirim pêk bine. Ev faşîzma hanê di zindanan de zindanê nû vekiriye.   

Ji mirinên ku ji 2015’an vir ve pêk hatine faşîzma AKP û MHP’ê berpirsyar e

Em dibêjin dema hûn ê siyasetê bikin hûn ê bi şer û bi êrişê bikin? Hûn ê zagonên xwe ji holê rakin hûn ê li gor hestê xwe tevbigerin? Em vê yekê qebûl nakin bila gelê me baş bizane em ê vê faşîzmê biguhirînin. Bersiveke mezin bi riya siyasetê em ê bidin. Bi dehsalan e em têkoşînekê dimeşînin. AKP jî dizane, dema bi 2013-2015’an de bi birêz Ocalan re hevdîtin çêbû neynoka yek însanekî jî neêşiya, xwîn nerijiya, însan nehatin kuştin. 2-3 salan bi şeklekî aram, ewle li Tirkiyeyê, li Kurdistanê jiyan pêk hat. Ji hevdîtinekê çima evqas ditirsin. Ev hevdîtin aramî ye, jiyan e, diyalog e û pêşxistina siyaseta demokratîk e. Serokê AKP'ê maseya hevdîtinê ji holê rakir, hevditîna Dolmabahçe ji holê rakir. Berpirsiyariya bûyerên ji 2015’an vir ve ku evqas însan jiyana xwe ji dest dane faşîzma AKP û MHP'ê ye. Bi hezaran însan hatin kuştin, bi hezaran însan hatin girtin, temsiliyeta vî gelî hevşarederên me, hevserokên me, parlementerê me hatine girtin. Ma wiha Tirkiye bi ser ket, gavek pêş de çû? Naçe. Bi zilmê devlet bi pêş nakeve. 

Heya tecrîd bişikê em ê têkoşînê bidomînin, em ê hesabê zilmê bi riya siyasetê bipirsin

Em daxwaziya xwe dubare dikin. Aştiyeke birûmet pêkan e. Berpirsiyariya vê yekê heye û AKP ev rê ceribandibû. Riyek heye, deriyê Îmraliyê vekin, wekî malbat em dixwazin mafên xwe yên zagonî pêk bînin. Ji aliyê din ev meseleyeke siyasî ye. Ji parêzeran re derî vekin, bila hevdîtin pêk bê, bila ev rewşa alozî ji holê rabe., Ev mafê me yê zagonî û gerdûnî ye. Em li ber derê Meclisê nobeta edelatê digirin. Heya tecrîd bişikê heya gelê Kurd bigihîje mafên xwe em ê vê têkoşînê bidomînin. Bila siyaseta demokratîk bi pêş bikeve, em bi hêza xwe bawer dikin. Em bi miletê xwe bawer dikin. Em ê demokrasiyê em ê azadiyê pêk bînin. Bila gelên me partiya xwe bişopînin. Em ê hesabê zilmê bi riya siyasî ji AKP û MHP’ê bipirsin, heya tecrîd bişkê em ê çalakiya xwe bidomîn. 

18 Çile 2023