Partiya me, dest bi perwerdehiya Kurdî ya navxweyî kir

Partiya me di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de dest bi perwerdehiya Kurdî (Zazakî-Kurmancî) ya navxweyî kir:

Partiya me di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de starta perwerdehiya Kurdî (Zazakî-Kurmancî) ya navxweyî da. Zêdetirî 400 xebatkar û rayedarên partiya me; Hevserokên me yên Giştî Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, Endamên Lijneya Rêvebirina Navendî, endamên Meclisa Jinan, endamên Meclisa Partiyê, parlementer, rêveberên partiyê û şêwirmend beşdarî perwerdahiyê dibin. Beşdar li gor asta xwe li 6 polan hatin parvekirin û ji ber şertên pandemiyê perwerdahiyê wek online dest pê kir.

Partiya me bi vê xebatê dixwaze li hemberî zimanê dayikê hestiyarekê biafirîne, mafê zimanê dayikê misoger bike û bi gavên şênber pêşî li ber bişaftina zimanî bigire. Her wiha partiya me bi vê mebestê di mehên borî de plansaziyeke zimanî amade kir û wek Nexşerêya Kurdî weşand. Ji bo ku ew nexşerê bê cîbicîkirin, naveroka wê bê bihêzkirin û dewlemendkirin, Komîsyona Şopandina Nexşerêya Kurdî hat avakirin. Komîsyona Şopandina Nexşerêya Kurdî li gel perwerdahiya ziman, di heman demê de polîtikayên pirzimanî yên partiyê jî dişopîne.

Di roja ewil a destpêka perwerdehiya Kurdî de ev nirxandin hatin kirin: 

Li Bakur, qedexeyên li ser zimanê Kurdî, astengiyên li ber zimanê Kurdî di van salên dawî de her ku diçe zêdetir dibe. Karekterê tekparêz ê hikûmet û feraseta dewletê ya rûniştî, herî zêde di polîtîkayên zimên de xwe dide der. Ji destpêkê heta niha li Tirkiyeyê, ji bilî zimanê Tirkî mafê jiyanê ji tu zimanî re nehatiye hiştin. Ji ber vê polîtîkaya sed salî ya dewletê, heta niha gelek ziman di aşê bişaftinê de hatin hêrandin, transfera zimanî di nava nifşên zimanan de hate qutkirin. 

Zimanê Kurdî jî ji van polîtîkayan bêpar nema. Dewlet heta niha çawa bi aweyekî fermî hebûna Kurdan nas nekiribe, bi heman rengî hebûna zimanê Kurdî jî di qanûna bingehîn de misoger nekiriye. Loma jî polîtîkayên derbarê Kurdan û zimanê Kurdî de di nav daîreyeke yekpare de hatiye avakirin û îro jî tê meşandin. Ji ber van polîtîkayên zimankujî û çandkujiyê, zimanê Kurdî jî îro di nav rewşeke xeternak de ye. Ji bo ku bandora van polîtîkayan bişikîne, li hemberî wê berxwedaneke domdar bê avakirin û şiûreke zimanî bê avakirin, gelek hewldan tên dayîn. 

Em jî dixwazin bi vê helwdanê reng û dengê xwe diyar bikin û heryek ji me di kesayetiya xwe de rê li ber vê bişaftinê bigirin. Bi gilî û gazincan em nagihîjin mirada xwe, divê ku her yek ji me ji xwe destpêke û xwe di vê warê de biguhirîne. Ev perwerdehî guherîneke kolektîf e lê îstikrar dixwaze.

21 Sibat 2021