
Ew roj û şevên ku wateyên taybet ên manewî lê tên barkirin, çendî bibin wesîleya muhesebe û mureqebeya ji dil, ew çend girîng in û ji bo destpêkeke bixêr ên civakî jî firsendekê dihewînin.
Têkoşîna rizgariyê ya li dijî wê dejenerebûn û pûçbûna civakî ya ku em tûş bûnê, tenê bi piştevanî û palpiştiyekê û bi hevrûbûneke qewî pêkan e.
Mirovên bawermend xwedî wê wezîfe û wê mesûliyetê ne ku divê alema me ya îtiqatê ji zemîna îstismar û berberî û pêvçûnê bi dûr bixin; nirxên me yên exlaqî û aştî û aramî û azadiyê jî pê re pêk bînin.
Bi hêviya ku serê sê mehan û Qendîla Regaîbê bibe wesîleya têkbirina her cure zilm û neqehiyê, ez duayên xwe yên xêrê bi we re par ve dikim.
Ayhan BİLGEN
Parlementerê HDPê yê Qersê
Girtîgeha Sîlîvriyê
Etiketler:
#ayhan bîlgen
, #qendîla regaîbê