Peyama spasiyê ya Hevserokên me yên Giştî

Dostên me yên hêja, endam û gelê me yê ezîz,

Em spasiyên xwe pêşkêşî her kesî dikin ku di van rojên dijwar de li gel me bûn û em bi piştgirî û piştevaniya we ya Kongreya me ya 3yemîn şad û şanaz in.

Me qonaxeke giring a têkoşîna demokrasî û aşitiyê bi hev re li pey xwe hişt û giringiya têkoşîna hevpar ji bo dahatûya welatê xwe anî ziman. Em bawer dikin ku di siberojê de em ê gavên bihêz ji bo pêdiviya demokrasî û aşitiyê bi hev re biavêjin û pêngaveke nû ji bo siyaseta demokratîk biavêjin.

Em careke din spasiya we dikin û silav û rêzên xwe yên jidil pêşkêşî we dikin.

 

Pervîn Buldan - Sezaî Temellî
Hevserokên Giştî yên HDPê
12 Sibat 2018