Rapora me ya Şengal û Mexmûrê: Êzidî hem di bin gefên DAIŞ’ê de dijîn, hem jî rastî bombebarana Tirkiyeyê tên

Heyeta me di navbera 8-12'ê de Sibatê serdana Şengal û Kampa Mexmûrê kir û derbarê êriş û bombebaranan de raporek belav kir:

Serdana Şengal û Mexmûrê û çavdêriyên me

Israra polîtîkayên şer û aloziyên li hindur û derve ya Hikûmeta AKP'ê, encamên wêrankirina siyasî, aborî, sosyolojîk û ekolojîk a nedîtî roj bi roj kûrtir dike. Yekane rêbaza çareseriya hikûmetê ya ji bo vê rûxandinê zêdekirina şer, polîtîkayên ewlekariyê, zêdetir girtîgeh, zêdetir nijadperestî û dijminatiya Kurdan e. ‎Bi van polîtîkayan qesrê û piştgirên xwe dewlemend dikin, bi milyonan kedkar mehkûmî birçîbûnê û gelan jî mehkûmî pêşerojê dikin. Ev yek xisareke mezin dide aramiya herêmê û wê kûrtir dike.‎

Sedemê hebûna me HDP’e ew e ku li ser navê gelên bindest li dijî vê pergalê rawestin; avakirina jiyaneke nû ya wekhev, azad, demokratîk û layiqî rûmeta mirovahiyê ye. Rakirina perdeya derewan, eşkerekirina heqîqetê û çareserkirina pirsgirêkan wezîfeya me ye. Ji ber ku ev polîtîka pêşî li hemberî heqîqetê, şer îlan dike. Heger heqîqet bê zindanîkirin, wê rê li ber her cure xerabî û çewisandinê bên vekirin.‎ Sedema êrîş û kampanyayên lîncê yên HDP’ê dema ku vê têkoşînê dimeşîne ev e.

Serdanên me yên Şengal û Mexmûrê jî di vê çarçoveyê de hatibûn plankirin.‎ Heyeta me di navbera 8-12’ê Sibatê de Şengal û Kampa Mexmûrê ya ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibû bombebarankirin, ziyaret kir. Heyeta me ji Cîgira Hevseroka Giştî û Berpirsa Têkiliyên Derve Feleknas Uca, Wekîla Stenbolê Huda Kaya, Wekîlê Şirnexê Hasan Ozguneş û Wekîlê Îzmîrê Murat Çepni pêk dihat. Me ragihandibû ku piştî serdana xwe em ê li Enqereyê rapora xwe ji raya giştî re ragihînin.‎

Rastiya herî balkêş ku heyeta me pê re rû bi rû maye ew bû ku têkoşîna Tirkiyeyê ya li dijî DAIŞ'ê dereweke mezin e û civaka navneteweyî nikare bi vê pirsgirêka giran re eleqedar bibe. Em dixwazin bi zelalî diyar bikin ku ji ber ku êdî cîhan jî dizane, welatê ku DAIŞ herî zêde tê de hêz digire, hêzê dicivîne û lojîstîkê lê bi dest dixe mixabin Tirkiye ye.‎ Herî dawî weke ku di çapemeniyê de cih girt, kesekî ku xwe weke emîrê DAIŞ'ê yê Tirkiyeyê dide nasîn, bi eşkereyî diyar kiribû ku wan li gelek bajarên welêt çek veşartine û Tirkiye qada baregeha wan a nû ye. Ev rêxistina taşeron dixwaze hemû destkeftiyên ku Kurdan bi dest xistine yan jî dikarin bi dest bixin ji holê rake.‎

DAIŞ a ku bi berxwedana mezin a gelan li Bakurê Sûriyeyê-Rojava têk çû, dikare amadekariyên dagirkirinê bike û hêza xwe zêde dike.‎ Li ber çavên hemû hêzên navneteweyî, Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê, êrişa li ser girtîgeha Hesekê ku 121 Rojavayî jiyana xwe ji dest dabûn, karibû.

Çavdêriyên me yên Şengalê

Gelê Êzidî yê ku di dîrokê de rastî 74 fermanan (komkujiyan) hatiye, di 3'ê Tebaxa 2014'an de dema ku barbarên DAIŞ'ê êrişî Şengalê kir, rastî yek ji qirkirinên herî mezin ên dîrokê hat. Piştî vê komkujiyê bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin, bi sed hezaran jî koçber bûn, herî kêm 7 hezar jin û zarok ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin revandin û li bazarên koleyan hatin firotin. Îro jî çarenûsa 2 hezar û 800 jin û zarokên Êzidî ne diyar e.

Ji alîyekî din jî li Şengalê gorên komî yên nehatine vedîtin hene. Pir balkêş e ku gelê Êzidî yê piştî vê komkujiyê ji bo ku ji nû ve jiyana xwe ava bikin vegeriyan warên xwe, niha li ber çavên civaka navneteweyî rastî bombebarana hewayî ya rejîma Qesrê tên.

Em bi bîr tînin ku di 9’ê Cotmeha 2020’an de bi piştgiriya Neteweyên Yekbûyî, DYA û Tirkiyeyê di navbera Bexda û Hewlêrê de “Peymana Şengalê” hat îmzekirin û piştî peymanê zext û êrişên li ser Şengalê û gelê Êzidî zêde bûn. Di encama van rûdanan de heyeta me serdana herêma Şengalê kir.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Tevgera Jina Azad a Şengalê, Meclisa Jinan, nûnerê gelê Şengalê Seyîd Mehmûd, Meclisa Eşîrên Êzidî, herêma Serdeştê ku piştî êrişa çeteyên DAIŞ’ê gel lê bi cih bûbûn, avahiya Meclisa Gel a Xanesorê ku di destpêka Sibatê de ji aliyê Tirkîyeyê ve hate bombekirin, PADÊ (Partiya Azadiya Demokratîk a Êzidiyan) û gora komî ya ku 400 Êzidiyên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibûn qetilkirin, hatin ziyaret kirin. Encamên serdana me û hevpeyvînên me wiha ne:

-Li Şengalê 200 hezar kes dijîn. Ji ber vê yekê gelek kes Awustralya, Amerîka û Kanada jî di nav de koçberî bi dehan welatên cihê bûne,

-Hin ji wan neçar mane ku li kampên girêdayî PDK'ê yên di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de bijîn. Bi tevahî 13 kamp hene. Li gorî daxuyaniya şêniyên Şengalê; kesên di kampan de tên astengkirin, polîtîkayên asîmîlasyonê yên olî û çandî yên tund li ser wan tên meşandin. Hevdîtina malbatan zehmet e û parçebûna malbatan zêde bûye.

‎-Agahiyên herî balkêş ku di hevpeyvînên me de ji me re hatiye ragihandin ev e; hate hînbûn ku li ser navê MÎT'ê bang li kesan hatine kirin, sîxurtî ji wan tê xwestin, ger vê yekê nekin gefa qetilkirinê tê xwarin.

-Agahiyeke din a giring a ku me bi dest xist jî ew bû ku herçend Hêzên Parastina Şengalê ji aliyê Tirkiyeyê ve weke “terorîst” dihat dîtin jî, ji aliyê dewleta Iraqê ve weke hêzeke fermî weke Lîwaya 80’mîn hatibû qebûlkirin û hemû hewcedarî û alavên wan ji aliyê dewletê ve dihatin pêşwazîkirin.

-Gelê Şengalê ku Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê nikarîbûn ji êrişên çeteyên DAIŞ’ê biparêzin, ji bo ku ji êrişa îhtîmal a DAIŞ’ê biparêzin û careke din rastî qetlîamekê neyên, neçar bûn ku xweparastina xwe ava bikin. . ‎

-Biryar bû di 16’ê Tebaxa 2021’an de di navbera Serokwezîrê Iraqê Kazimî û Rêveberiya Xweser a Şengalê de civîneke fermî pêk bihata. Heyeta ku piştî hevdîtinên destpêkê di nav de Serokwezîr Kazimî jî diçû bi şandeya ku li ser navê gelê Şengalê çûbû hevdîtinê, ji aliyê hêzên hewayî yên artêşa Tirk ve hate xistin û Seîd Hesen û şofêrê berpirsê heyetê hat kuştin.‎

-17’ê Tebaxa 2021’an danê nîvro nexweşxaneya gundê Sikeniyê hat bombekirin. ‎4 xebatkarên tenduristiyê û 4 hêzên ewlekariyê yên Êzidî û Ereb jiyana xwe ji dest dan.‎

-Di meha Kanûnê de wesayîta Hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Mervan Bedel li navenda bajêr li nêzî mala wî hatibû bombekirin. Merwan Bedel jiyana xwe ji dest da û 2 zarokên di wesayîtê de birîndar bûn.

-Avahiya Meclîsa Gel a Xanesorê di 11’ê Kanûna 2021’an de hat bombekirin

-Şeva 1-2 Sibata 2022’an 21 nuqte bi saetan hatin bombekirin. Di nav deverên bombekirî de herêma Çilmerê jî hebû ku ji aliyê Êzidiyan ve wek pîroz dihat dîtin. Di encama van êrişan de 3 kesan jiyana xwe ji dest da.

-Di encamê de di hemû êrişên li ser Şengalê de sivîl jiyana xwe ji dest didin û gel mexdûr dibe.‎

-Êzidî hem di bin gefên DAIŞ’ê de dijîn, hem jî rastî bombebarana Tirkiyê tên.‎

-Jiyaneke bê Êzidî tê ferzkirin. Fermanên ku bi komkûjiyan nikarin pêk bînin, bi siyaset û peymanên qirêj dixwazin pêk bînin.

Daxwazên gelê Şengalê:

-Şêniyên Şengalê daxwaz dikin ku firîna balafirên şer û SÎHA'yan li ser Şengalê bên qedexekirin.‎

-Banga Şengalê ji hemû cîhanê re ew e ku ji bo bidawîkirina vê zilmê bikevin nava liv û tevgerê.‎

-Gelê Şengalê yê ku di bin bombe û dorpêçê de dijî, ji gelên Tirkiyeyê û hemû gelên cîhanê daxwaza piştgiriyê dike.‎

-Bang li hêzên demokrasiyê, rêxistinên jinan, partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk, rêxistinên ekolojîk, rewşenbîr û hunermendan dikin ku biçin Şengalê.‎

-Gelê Şengalê daxwaza naskirina qirkirina Êzidiyan ji aliyê hemû dewletan ve dike.‎ Daxwaz dikin ku hêzên navdewletî yên pêwendîdar bi taybetî Neteweyên Yekbûyî li ser rewşê xwedî gotin bin û pêşengiyê bikin ku rê li ber êrişan bigirin.

Çavdêriyên me yên Mexmûrê

Di serdana me ya Kampa Mexmûrê de, gundiyên me yên ku hemû welatiyên Tirkiyeyê bûn, gundên wan di salên 93'an de hatibûn şewitandin û neçarî koçberiyê bûn û di nava şert û mercên gelekî giran de dijîn. Me Meclisa Gel a Giştî, Meclisa Jinan a ÎŞTAR, Meclisa Ciwanan û Şaredariya Herêmê ziyaret kir, çavdêrî kir û li gel guhdarî kir.

Heyeta me piştî Şengalê jî serdana Wargeha Mexmûrê kir.‎

Kampa Mexmûrê kampeke di bin berpirsyariya Neteweyên Yekbûyî de ye. Bi hezaran gundiyên Kurd piştî windakirina mirovan, valakirina 4 hezar gundan a 93-94’an bi komkujî û îşkenceyan re rû bi rû man û di encamê de hatin penaberkirin.‎

‎-Di nava 27 salan de ev kamp bi keda destê mirovan veguherî û qada jiyanê.‎

-Nêzîkî 13 hezar kes li kampê dijîn.‎

-Kamp cihekî jiyana sivîlan e ku herî kêm 5 baxçeyên zarokan, 4 dibistanên seretayî, 1 dibistana amadeyî, 1 dibistana zarokên bi sendroma down, navendeke tenduristiyê û rêveberiyeke herêmî ya sivîl-Şaredarî heye.‎

-Ji sala 2018’an û vir ve kes ji bo xebatê nekarîne biçin bajarên Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê. Nexweş jî nikarin biçin nexweşxaneyê. Hat ragihandin ku gelek jinên ku nekarîn xwe bigihînin nexweşxaneyan yên ducanî bûn zarok ji ber çûne.

‎-Ji aliyê rêveberiya Herêma Kurdistanê ve ambargo li ser Mexmûrê tê danîn. Tenê dikarin biçin Bexdayê. Ji wir jî di vegerê de tengasiya wan heye

-Di dema ku ciwan heta sala 2018’an li hemû zanîngehan û Hewlêrê bi erêkirina Neteweyên Yekgirtî tên qebûlkirin, lê tevî ku ev 3 sal in di îmtîhanên zanîngehê de hatine qebûlkirin û notên baş wergirtine jî li zanîngehên ku heq dikin nayên qebûlkirin. ‎

-Bi hezaran ciwan ji mafê xwendina zanîngehê bêpar mane û li çareseriyê digerin. Ciwanên ku dikarin biçin Hewlêrê nikarin vegerin Mexmûrê. Hin ji wan diyar kirin ku ev du sal in malbatên xwe nedîtine.‎

-Li kampê êrişên çeteyên DAIŞ'ê dewam dikin. Gel bi derfetên xwe hewl dide ewlehiya xwe pêk bîne. Li herêma ku hema bêje li her eşîrekê hêzên çekdar hene û êrişên çeteyên DAIŞ'ê dewam dikin, Kurdên li kampê dijîn, bi şev di bin xeteriyê de ne.

-Her wiha Kamp rastî êrişên hewayî yên Tirkiyeyê tê. Bi vê serdanê re me careke din dît ku ew xalên ku wek "nûqteyên terorê" tên lêdan, wargeh in.

Daxwazên xelkê Mexmûrê:

-Bila bombebaran bên rawestindin.‎

-Bila ambargo bê rakirin

-Bila qedexeyên çûn û hatinê û kar bên rakirin.‎

-Bila astengiyên li pêşiya perwerdeya zanîngehê bên rakirin.‎

-Bila li ser kampê rê neyê dayîn ku firînên leşkerî bên kirin.‎

-Bila ji bo parastina mafên bingehîn ên li kampan dimînin ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve çalakî û ji bo pêşîgirtina li êrişan xebatên lêkolînanê bêne kirin.‎

Di dawiyê de, heyeta me ji bo 121 kesên di encama êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser girtîgeha Hesekê de jiyana xwe ji dest dabûn, serdana Rêveberiya Xweser a Silêmaniyê kir. Piştre jî me careke din serdana Parlamenterên Partiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Silêmaniyê kir. Me jî çavdêrî û daxwazên xwe ji şanda parlamentoyê re ragihand.‎

Hin dezgehên ragihandinê û medyaya civakî hewl dan serdana şandeya me ya li Şengal, Mexmûr û Silêmaniyê weke "serdana kampa PKK'ê" nîşan bidin. Wêneyên ku hatine bikaranîn ji serdana sersaxiyê ya nûnerên şandeya me ya Nûnertiya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Silêmaniyê hatine girtin û beriya niha ji aliyê me ve bi raya giştî re hatibûn parvekirin.‎

Ev dîmenên ku ji hesabên nijadperest û alîgirên DAIŞ’ê hatin, dîsa hatin belavkirin û wêneyên endamên QSD’ê yên ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dane, weke “serdanên kampên PKK’ê” hatin berevajîkirin.

Serdana me ya sersaxiyê ya ku ji ber êrîşa li Hesekê ya li dijî DAIŞ'ê 121 welatiyên Bakurê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dabûn pêk hat, weke pêwîstiyeke berpirsyariya me ya mirovî û wijdanî pêk hat.

Di pêvajoyeke ku civaka navneteweyî bi taybetî hêzên koalîsyona li dijî DAIŞ'ê sersaxiyên xwe radigihînin, em gelekî giring dibînin ku nûçeyên derew ji hesabên nijadperestî û alîgirên DAIŞ'ê yên li Tirkiyeyê tên kirin.‎

Qaşo yên ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirin, li şûna ku bipirsin ka bi navê DAIŞ’ê çawa dikare vê êrişê pêk bîne û 121 kes qetil bike, koma kujer weke organa propagandayê bi kar tînin, em vê yekê şermezar dikin. ‎

17 Sibat 2022