Redkirina Peymana Dolmabahçeyê 6 sal in Tirkiyeyê ber bi têkçûnê ve dibe

Daxuyaniya Lijneya me ya Rêvebirina Navendî:

Di ser Peymana Dolmabahçeyê ku ji aliyê Heyeta Îmraliyê û rayedarên Hikûmetê ve di 28’ê Sibata 2015’an de hatibû ragihandin, 5 sal derbas bûn. Peymana Dolmabahçeyê di dîroka Tirkiyeyê de, pêngava herî giring ya ji bo pêkanîna daxwaza demokrasî, aştî û azadiyê ya gelên Tirkiyeyê bû. Ev Peyman ji bo siberojeke ronî, aştiyeke birûmet û biratiya gelan bû û ji niha ve mohra xwe li dîroka Tirkiyeyê xistiye. 

Peymana Dolmahçeyê, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd a sed salan û pêkanîna hevkarî û tifaqa hezar salan a Kurd û Tirkan, qonax û werçerxeke dîrokî ye. Ev peyman ne tenê di navbera HDP û AKP’ê de an di navbera birêz Ocalan û AKP’ê de hate îmzekirin. Pêvajoya Peymana Dolmabahçeyê, beriya her tiştî di navbera hemû pêkhateyên HDP’ê, di şexsê birêz Ocalan de bi rayedarên dewletê re hate meşandin. Armanca sereke ya Peymana Dolmabahçeyê çareserkirina pirsgirêka Kurd bû, ku ew pirsgirêk pirsgirêka herî giring ya Tirkiyeyê ye, lê di esasê de fersendeke dîrokî  ya bingehîn e ku dikare kartêkeke mezin ji bo demokratîzekirina Tirkiyeyê bike. Lê mixabin AKP, ji ber berjewendiyên xwe yên siyasî yên şexsî û biçûk, Peymana Dolmabahçeyê înkar dike û pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê dixe bin xetereyê. 

Peymana Dolmabahçeyê di 28’ê Sibatê de hate ragihandin. Ev roj di dîrokî siyasî ya Tirkiyeyê de rojeke dîrokî ye. Ev Peyman beriya her tiştî li hemberî kiryar û polîtîkayên înkar û redkirinê û mekanîzmaya derbeyê, rê û rêbaza çareseriyeke demokratîk bû ku pêkvejiyana gelên Tirkiyeyê misoger dike. Ew îradeya ku li Dolmabahçeyê derket meydanê û ji aliyê gelek pêkhateyên civakê ve hatibû xwestin, paşê ji aliyê AKP’ê ve hat redkirin. Ji ber ku ev Peyman riya çareseriyeke demokratîk û aştiyane nîşan dide û rê li ber hişmendiya otorîter a AKP’ê digire, lewma piştre ev wek tune hat hesibandin. AKP’ê ji ber berjewendiyên xwe yên siyasî, ev Peymana ku riya çareseriyê nîşanî Tirkiyeyê dide red kir û paşê kete bin bandor û hikmê hêz û aliyên derbekarên post-modern a 28’ê Sibatê. Îro jî ew tecrîda giran a li ser Birêz Ocalan tê meşandin û zext û êriş û operasyonên li ser partiya me ji ber vê yekê ye. 

Di ser Peymana Dolmabahçeyê re 6 sal derbas bûn. Redkirina Peymana Dolmabahçeyê, redkirina îradeya çareseriya demokratîk û ferzkirina polîtîkayên şer û pevçûnê bû. Redkirina vê peymanê heta niha her tim li ber çareseriyê bû bariyereke mezin û ziyaneke mezin da Tirkiyeyê. Ji wê rojê heta niha li Tirkiye alozî zêdetir bûn û gerînekeke tundûtûjiyê li ser gelan hat ferzkirin. Teşebisa derbeyê ya 15’ê Tîrmehê, Rewşa Awarte, rejîma qeyûman, KHK, têkbirina bandor û îradeya Meclisê û reftarên derbeya sivîl hat mayîndekirin, siyaseta demokratîk hat krîmînalîzekirin, maf û azadiya fikr û ramanê hat tunekirin. Ligel vê yekê, qeyrana aborî her ku çû zêdetir bû. Tirkiye li Sûriye, Iraq û Lubnan û Qerebaxê kete nav şerekî bêserûbin. Mehkeme, sazî û dezgehên darazî ketin bin hikmê desthilatiyê. Îradeya gel, hilbijartin hat tunekirin, siyaseta demokratîk bi temamî hat qedexekirin. Hikûmetê bi hêzên derbekar re tifaq ava kirin û ew fikr û ramenên wan hêzên derbekar niha di rêveberiya hikûmetê de tên temsîlkirin. Em îro dibînin ku ew koalîsyon û ew tifaqa ku hatiye avakirin, gefên girtinê li partiya me dixwe.

Tirkiye ne layiq û ne mecbûrî vê rewşa reş û kambax e. Di ser re 6 sal derbas bûn û em îro baştir dibînin ku riya çareseriya demokratîk û rizgariyê ya Tirkiyeyê, xwedîderketina Peymana Dolmabahçeyê û vegera ser riya heq û îradeya çareseriya sivîl e. Îro jî Peymana Dolmabahçeyê dikare bibe bingeha çareseriyeke mayînde. Li Tirkiyeyê aliyên vê Peymanê pêkhateyên civakê, partiyên siyasî û temamî raya giştî bûn.

Wek doh îro jî, HDP li îradeya çareseriya demokratîk a li Dolmabahçeyê derket meydanê, xwedî derdikeve. Ev îrade li dijî hişmendiya otorîter, riya çareseriyeke demokratîk, aştiyane û mayînde nîşanî me dide. Bi vê minasebetê em careke din bang dikin ku li vê îradeya çareseriyê xwedî bê derketin û siberoja ronî ya Tirkiyeyê bê misogerkirin.

 

Partiya Demokratîk a Gelan

Lijneya Rêvebirina Navendî

28 Sibat 2021