
Referandûma Serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê, mafekî rewa û demokratîk e.
Di 7ê Pûşberê de bi pêşengiya Birêz Mesûd Barzanî, ligel nûnerên partiyên siyasî û Serokê Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind civînek hat lidarxistin û biryara Referandûma Serxwebûnê hat wergirtin.
Di civîna ku Bizûtneweya Gorran û Komel ku herdu partî ji % 30ê Parlamenê pêk tînin, ji egera neçalakbûna Parlamenê beşdarî civînê nebûn de, li 3 parêzgayên Herêma Kurdistanê (Hewlêr, Silêmanî û Duhok) û 5 deverên nakok (Kirkûk, Mûsil, Şingal, Diyala û Xurmatu) biryara danana sindoqan hat wergirtin û ragihandin.
Li Iraq û Herêma Kurdistanê, ew dînamîka ku dê nizama îdarî û siyasî diyar bike îradeya gelên li wê deverê ne. Ev gelên ku behs li ser e, di heman demê de dê aşitî û aramiya deverê diyar bikin.
Biryara referandûmê, ji ber ku xwe dispêre îradeya gel û dixwaze ku arîşeyan bi rêka îradeya gel çareser bike, demokratîk e. Her wekî din, ji ber mafê xwerêvebirinê (self-determînasyon) tarîxî û rewa ye. Biryara referandûmê, li Rojhelata Navîn, nimûneyeke aktûelek e ku dixwaze arîşeyeke sedsalî bi awayekî demokratîk çareser bike.
Em hêvî dikin ku ev biryar aşitiyeke mayînde û çanda demokrasiyê bi pêş bixe. Ji bo ku derbarê encamên wê de ti gengeşeyên meşrûiyetê neyên kirin, divê hemû partiyên Herêmê, bi awayekî azad û yeksan daxilî vê proseyê bibin. Divê ji bo avakirina yekîtiya neteweyî, Kongreya Neteweyî demildest were pêkanîn; Parlamen di vê proseyê de were çalakkirin û di wergirtina biryarên sebaret bo Herêmê, wekî navendekê were karîgerkirin.
Herêma Kurdistanê, ji serê sedsalê ta îro, di nav Dewleta Iraqe de xwedan statûyên curbicur ên îdarî û siyasî bûye. Îro wek rêveberiyeke federe, ji egera kêşeyên navxweyî û mehdûdkirinên siyasî û aborî, dewleteke serbixwe pêşniyazî welatiyên xwe dike.
Em wek Partiya Demokratîk a Gelan, hêvî dikin ku Referandûma Serxwebûnê ya Kurdistanê, li dor prensîbên şefaf û demokratîk pêk were ku ti gengeşeyên meşrûiyetê neyên kirin. Em hêvî dikin ku ev referandûm li Rojhilata Navîn bibe wesîleya aşitiyeke mayînde û geşedana çandeke demokrasiye.
Partiya Demokratîk a Gelan
Lijneya Rêvebirina Navendî
14 Tîrmeh 2017