Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz be: Em banga xwedîderketinê li mîrateya Rojnameya Kurdistanê dikin.

Daxuyaniya Cîgirê Hevserokê me yê Giştî û Berpirsê Komîsyona me ya Çapemeniyê Tayîp Temel:

Rojnameya Kurdistanê ku yekemîn rojnameya Kurdî ye, di 22’yê Nîsana 1898’an de li Paytexta Misrê, li Qahîreyê ji aliyê Mîqdat Mîdhed Bedirxan ve dest bi weşanê kir. Ji ber vê yekê 22’yê Nîsanê wekî Roja Rojnamegeriya Kurdî tê qebûlkirin.

124 sal berê Kurdistan bi periyoda ji 15 rojan carekê dest bi weşanê kir û bi giştî 31 hejmar hatin weşandin. Rojnameya Kurdistanê ji ber zextên dewleta Osmanî li sirgûniyê dest bi weşanê kir. Bi weşana rojnameya Kurdistanê, bingeha rojnamegeriya Kurdî hat avêtin. Rojnameya Kurdistan lêgerîna heqîqetê ji bo xwe kir bingeh û bû destpêka kevneşopiya çapemeniya azad.

Rewşenbîriya Kurd li ser bingeha Rojnameya Kurdistanê bi pêş ket. Jiyana siyasî, entelektuel,  çand û hunerî ya rewşenbîrên Kurd xwe bi teşe kir. Rêwîtiya ku 124 sal berê îro dest pê kir; her tim bû hedefa desthilatdarên ku bi polîtikayên înkar û îmhayê hebûna xwe berdewam dikin. Hem bû hedefa êrişên giran, hem jî kirin hedefa êrişan. Çapemeniya Kurd û kevneşopiya çapemeniya azad, bi bedelên giran û di bin zext û êrişên zêde de hebûna xwe parast û heta îro hat. Îro jî ji bo ronîkirina civakê û dengê civakê roleke jiyanî dilîze.

Çapemeniya Kurdî bi taybetî di salên 90’an de li gel kuştin, îşkence û girtinê, berdêlên pir giran da. Îro jî bi heman êriş, zext û astengiyan re rû bi rû dimîne. Lê kevneşopiya çapemeniya azad, li gel tundî, zext û astengiyan, bêyî tawîzan bide, rêça Mîqdat Mîdhed Bedirxan, Musa Anter û Gurbeteliyan û kevneşopiya wan a têkoşînê berdewam dike.

Çapemeniya Kurdî îro di bin êriş û gefên hîn mezintir de ye. Bi taybetî dixwazin bikin aliyê êrişên îmhayê yên li dijî destkeftiyên gelê Kurd. Dixwazin bikin amûrê ku xizmeta berjewendiyên desthilatdaran dikin. Medyaya Kurdî ji ber vê yekê bi gef û talûkeyên mezin re rû bi rû ye. Parastina mafê gelê Kurd, esasgirtina azadiya gelê Kurd, fermana mîrateya kevneşopiya ku Rojnameya Kurdistanê daye destpêkirin.

Bi vê wesîleyê em bang li derdorên eleqeder dikin ku li Rojnamegeriya Kurd xwedî derkevin. Em bang dikin ku li dijî êrİşên li ser gelê Kurd, li ser esasê weşangeriya parastina maf û azadiya gelê Kurd, parastina heqîqetê bikin. Em careke din bi hurmet û minetdarî kedkarên çapemeniyê û şehidên çapemeniya azad bi bîr tînin. Em xebatkarên çapemeniya azad ku heqîqetê ji bo xwe esas digirin û Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz dikin.

Tayîp Temel

Cîgirê Hevserokê Giştî û Berpirsê Komîsyona Çapemeniyê

22 Nîsan 2022