Roja Têkoşîna Cotkaran ya Navneteweyî pîroz be !

Daxuyaniya Parlementerê me yê Mêrsînê û Berdevkê me yê Komîsyona Çandiniyê: 

Di 17’ê Nîsana 1996’an de li Brezîlyayê, Tevgera Paleyên Bêerd dema ku ji bo bibin xwedî erd têdikoşiyan rastî êrişên hêzên ewlehiyê yên şirket û dewletê hatin û 19 cotkar bi xedarane hatin qetilkirin. Bi vê wesîleyê, em cotkarên ku di riya têkoşîna bidestxistina mafên xwe de canê xwe dane, bi rêzdarî bi bîr tînin.

Di bin şertên pandemiyê de ku bû sedema mirina zêdetirî 2 milyon kesan, em 17’ê Nîsanê Roja Têkoşîna Cotkaran ya Navneteweyî pêşwazî dikin. Şêweyên hilberîn û xerîdariyê yên ku di bin yekdestiya şirketên pirneteweyî de ne, mirovan li dijî nexweşiyan bêhtir neçar dihêlin. Ev pergala ku xurekên nebijûn pêşkêşî gelan dike, bi taybetî di vê pêvajoya şewba Covid-19’ê de, jêbexşiya laşê mirovan bêhtir qels dike.

Di pandemiyê de careke din hate dîtin ku divê polîtîkayên ku gelan bêhtir berbendî derve dikin bên terkandin, li şûna çandiniya endustriyî de divê teşeyeke hilberînê ya ekolojîk bê bipêşxistin û divê pergaleke wisa ewle bê avakirin ku curbicuriya herêmî û hilberînê biparêze.

Her wiha di pandemiyê de, ji ber ku bazirganî di pençika îthalatê de ye, li hemû dinyayê di warê xurekan de pirsgirêkên mezin derdikevin holê. Lêbelê pale, cotkar û gundî di hemû qonaxên hilberîna xurekan de bi awayekî fedakarane dixebitin û ji bo têber ji hilberan mehrûm nemînin kedeke mezin didin. Di pandemiyê de bihayên mazot, gubre û toximan ji sedî sed zêdetir bûn, lê dîsa jî pale bi zirarê be jî berhemên xwe hilberandin. Tevî vê yekê, di demên dawî de, zêdebûna dowizê bandoreke mezin li cotkaran kir. Lewre ew berdêla kedên xwe bi dest naxin û çiqas zêde bixebitin jî deynên wan jî zêdetir dibin. Niha deynên cotkar û paleyan bi qasî 130 milyar TL ye, wan destheqên xwe yên sala 2019’an encax di sala 2020’an de standin. Ji ber van sedeman kesên ku bi hilberîna xurekan debara xwe dikin ji vî karî sar dibin û mecbûr dimînin ku terka erdên çandiniyê bikin.

Desthilatiya AKP’ê di pêvajoya şewba Vîrûsa Koronayê de di warê tenduristî û aboriyê de tu piştgiriyek neda cotkar û paleyan, ew bi tena serê xwe hişt û bi mirinê re rûbirû hişt. Di van rojên şewba Vîrûsa Koronayê de ku gelek zêde belav dibe û gelek kesan dikuje, desthilatiya AKP’ê çav û guhên xwe girtiye û bêçaretiya cotkar û paleyan nabîne. Desthilatiya AKP’ê li şûna ku ji vê yekê re çareyekê bibîne, mixabin polîtîkayên heyî yên ku berjewendiyên sermayedaran diparêzin didomîne.

Li hemberî vê rewşa xerab, divê sektora çandiniyê ji berbendiya derve bê xelaskirin û divê polîtîkayên ku ne berjewendiyên sermayedarên navneteweyî lê yên ku cotkar û paleyan diparêze bên sepandin. Divê hemû mafên aborî, civakî û tenduristiyê yên cotkar û paleyên li Tirkiyeyê demildest di yasayan de bên misogerkirin. Bi vê wesîleyê, em roja cotkar û paleyên ku di hêmu qonaxên hilberînê de bi fedakarane dixebitin pîroz dikin û wan bi rêzdarî silav dikin.

 

Ridvan Turan

Parlementerê Mêrsînê û Berdevkê Komîsyona Çandiniyê

17 Nîsan, 2021