
Rojî û Îda Xizirê ya Elewiyan pîroz be.
Îtiqata Xizirê ya qedîm a gelên Anatoliyayê û Mezopotamyayê û rojiya Xizirê di 14-15 û 16ê meha Çileyê de ji aliyê Elewiyan ve jî tê girtin.
Xizir, tim piştevanê mirovên di tengî û zorê de ye; xwe digehîne hewara hemû mirov û candaran; li dijî zaliman, tim yar û yarmetiya mezlûman dike.
Elewî di meha Xizirê de rojî digirin û di hizûra Xizir de dibin cem û civat û ji bo hemû mirovên desteteng, gilbangan didin û diayan dikin. Piştî rojiyê jî Îda Xizirê tê kirin û loqmeyan belav dikin.
Heq rojiya Xizirê ya Elewiyan qebûl bike û îda wan pîroz be. Rojiya Xizirê, Îtiqata Xizirê û Îda Xizirê bibe wesîleya aramî û aşitî û azadiya welatê me, devera me û dinyaya me.
Rojî û Îda Xizirê ya Elewiyan, di Hizûra Xizir de mirovahiyê ji tengî û zorê xilas bike…
Nîmetûllah Erdogmuş
Parlementerê Amedê û Endamê Komîsyona Gelan û Baweriyan
15 Sibat 2017