Rûreşiyeke mezin e ku Herêma Kurdistanê bûye navenda qetlîaman!

Daxuyaniya Lijneya me ya Rêvebirina Navendî:

Doh bi şev, li parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê karsazekî bi navê Huseyin Tureli hate qetilkirin. Huseyin Turelî hemwelatiyê Tirkiyeyê bû û ji ber zext û zorên li ser Kurdan bi neçarî koçî Herêma Kudistanê kiribû. Hêzên ku Huseyin Turelî qetil kirin ne biyanî bûn. Van hêzan berê jî bi heman rengî rojnameger, akademîsyen Nagihan Akarsel, Yasîn Bulut, Mehmet Zekî Çelebî û gelek siyasetmedar û aktîvîst qetil kiribûn. Em baş dizanin ku ew hêzên van qetlîaman dikin, bi heman rengî her roj êrişî Kampa Mexmûrê dikin ku niştecihên wê di salên 90’an de ji ber valakirin û şewitandina gundan bi neçarî koçî wir kirine. Dijminahiya li hemberî Kurdan ji Rojava heta Şingalê wek kuştin, talan û dagirkirin û rêbazên din didome.

Ew hêzên ku van qetlîaman pêk tînin, bi awayekî aşkera ji Kurdan re dibêjin “li vê dinyayê tu der ji bo we ne aram û ewle ye, em li tu derê nahêlin hûn bijîn”. Rûreşiyeke mezin e ku Herêma Kurdistanê bûye navenda qetlîaman!

Desthilatiya AKP’ê û hêzên girêdayî wê, Herêma Kurdistanê ji bo ji bo Kurdên ku dixwazin bi awayekî azad bijînk kiriye cihê qetlîaman û herêmeke neewle. Ew hêzên ku rê li ber van kirin û qetlîaman vedikin jî hevkarên vê tawanê ne. Em vê yekê şermezar dikin.

Em vê qetlîamê bi tundî şermezar dikin. Em baş dizanin ku ew hêzên ji salên 90’an heta niha bi kuştin û qetlîaman êrişî Kurdan dikirin niha di çi rewşê de ne. Aqûbeta hêzên ku îro jî bi heman rengî êrişî Kurdan dikin jî dê wek a wan bibe. Me berê jî li ber van êrişan serî netewand, em îro jî natewînin. Em bangî gelê Kurd û hemû hêzên şoreşger û demokrat ên Tirkiyeyê dikin: Li hemberî van êrişan bêdeng nebin û helwesta xwe nîşan bidin.


Partiya Demokratîk a Gelan

Lijneya Rêvebirina Navendî

18 Nîsan 2023