
Daxuyaniya sersalê ya Hevserokên me yên Giştî Pervîn Buldan û Mîthat Sancar:
Li dijî şer û kuştinên ku li cîhanê û li welatê me zêde dibe, li dijî birçîbûn û xizaniyê, li dijî faşîzmê û bêhiqûqiyê, li dijî tarîtiya ku kûrtir dibe em bihêvî ne, ji bo guherînê em bibawer in. Ji sala 2023 û pê de ji xeynî azadî, aştî, demokrasî û edaletê tu rêyeke din ji bo gelên Tirkiyeyê nîne. Gelên Tirkiyeyê dê bi hev re tarîtiyê têk bibin. Ev tarîtî hew bi têkoşîna hevpar a gelên Tirkiyeyê dê belav bibe, bi têkoşîna hevpar em ê bigihîjin aştî, azadî, demokrasî û bihareke rengîn.
Pir hindik maye ku ev rejîma xerabiyê bê guhertin. Sala 2023 ji bo gelên Tirkiyeyê dê bibe sala biharê. Bi vê hêvî û baweriyê em sala nû ya gelên xwe pîroz dikin!
Serê salê pîroz be!
Pervîn Buldan-Mîthat Sancar
Hevserokên Giştî yên HDP’ê
31 Berfanbar 2022