Sancar: Gerek zimanê Kurdî di qanûna bingehîn de bê naskirin û qebûlkirin

Hevserokê me yê Giştî Mîthat Sancar, li Amedê di daxuyaniya hevpar a Platforma Zimanê Kurdî de axivî:

Hevserokê me yê Giştî Mîthat Sancar, li Amedê di daxuyaniya hevpar a Platforma Zimanê Kurdî de axivî. Sazî û dezgehên Kurdî, ji bo ku qedexeyên li ser Kurdî bên rakirin û mafê zimanê dayikê bê misogerkirin û qebûlkirin, kampanyayeke îmzeyê dan destpêkirin. Sancar di daxuyaniyê de wiha axivî:

Hûn hemû bi xêr û xweşî hatine, ser seran, ser çavan re hatine. Bi rastî ez îro hem gelek kêfxweş im, hem jî gelek xemgîn im. Xemgîn im çimki, li Tirkiyeyê hîn jî asîmîlasyon dewam dike, talûkeya li ser zimanan dewam dike. Kêfxweş im çimkî qedexe û asîmîlasyon hebe jî, têkoşîna ji bo zimanê dayikê jî heye. Ev cihê serbilindiyê ye. Ez her kesê ku ji bo zimanê xwe têkoşîn dike, bi dil û can pîroz dikim, silav dikim. Bi vê munasebetê jî 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ya hemû gelan, hemû zimanan pîroz dikim. 

Zimanê me hebûna me ye 

Zimanê dayikê, mefhûmeke wisa ye ku dikare bibe esasê gelek tiştan. Ji bo wê jî ziman bi nasnameyê re, bi hebûnê re bi xwebûnê re tê eleqedarkirin. Wek meseleyeke bingehîn e. Dikare bibe bingeha gelek tiştan. Em îro vê rastiyê li her derê dibînin. Ji bo wê em dibêjin zimanê me nasnameya me ye. Zimanê me hebûna me ye. Belê fîlozofekî mezin dibêje “zimanê dayikê ji kitabên gramerê û ji ferhengan nayê elimandin, zimanê dayikê her tim û dawiya dawî ji gotinên mirovan tê elimandin.” 

Dewlet çawa nêzikî Kurdan be, nêzikî zimanê wan jî dibe 

Ev tiştê ku ev fîlozof behs dike, îro rastiya zimanê dayikê careke din derdixe pêşiya me. Wekî hûn dizanin, ez Ereb im, ez bi xwe zimanê xwe ji sikakani ji nav malê elimîm. Ez Kurdî jî ji sikakan elimîm. Ez ji mekteban, ji zanîngehan neelimîm Kurdî. Ne tenê ez, gelê Kurd jî zimanê xwe ji nav mala xwe, ji kuçe û sikakan dielime. Gelên din jî, Ereb, Siryan, Laz, Çerkez jî zimanê xwe ji mekteban, zanîngehan naelimin. Yanî dewlet çawa nêzikî Kurdan be, nêzikî zimanê wan jî dibe. Polîtîkayeke yekpare dimeşîne. 

Polîtîkayên asîmîlasyonê ev welat kiriye wek goristaneke zimanan 

Mirov zimanê dayikê ji gotinan dielime, lê lazim e ew ziman di qanûna esasî de bê naskirin û qebûlkirin. Zimanê ku wek fermî neyê naskirin, ew ziman nikare xwe biparêze. Zimanê dayikê neyê naskirin û qebûlkirin, ew ziman nikare bijî. Ev rastiyek e. Kurd zimanê xwe ji kitabên gramerê naelimin, ji gotinan, ji bav û kalên xwe dielimin, lê mixabin îro talûkeyeke mezin li ser zimanê wan heye. Ne tenê li ser Kurdî, li ser gelek zimanan heye. Polîtîkayên asîmîlasyonê ev welat kiriye wek goristaneke zimanan. 

Gerek zimanê Kurdî di qanûna bingehîn de bê naskirin, qebûlkirin 

Ji ber polîtîkayên çandkujî û zimankujiyê mixabin ji bo zarokan transfera zimanî gelek zeîf bûye. Ji bo wê jî gerek temînata qanûnî ji bo zimanan hebe. Gerek zimanê Kurdî di qanûna bingehîn de bê naskirin, qebûlkirin. Gerek hemû qedexe, astengî bariyerên li ber Kurdî bên rakirin. Gerek zarokên Kurd zimanê xwe ji mekteban, ji zanîngehan jî bielimin. Ev mafekî esas e, mafekî mirovî ye, mafekî gerdûnî ye. 

Zimanê mirov parçeyekî tabîî yê mirovan e 

Belê me gotibû zimanê dayikê ji bo mirovan ne tenê zimanek e. Ew ziman hem nasnameya wî, hem hebûna wî hem jî xwebûna wî ye. Zimanê mirov tesîreke mezin li ser fikra mirov dike. Zimanê mirov parçeyekî tabîî yê mirovan e. Ji bo wê dibêjin “zimanê dayikê wekî çermê mirov e, zimanên din jî wekî cilûbergê mirov e”. Loma jî jiyan û fikra mirov di nav zimanê mirov de ava dibe. 

UNESCO dibêje ku mafê her kesî heye ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibe 

Belê mêvanên ezîz, îro 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ye. Ev roj, ji bo têkoşîna zimanê dayikê rojeke tarîxî û sembolîk e. Di sala 1952’yan de gelê Bengalê xwest ku zimanê wan bê naskirin, qebûlkirin. Ji bo azadiya zimanê xwe, derketin kuçe û sikakan, dengê xwe bilindkirin. Lê ev daxwaza wan a însanî, qanûnî û heq nehat qebûlkirin. Êriş û zilmeke mezin li wan hat kirin, gelek kes hatin kuştin. Di sala 1999’an de UNESCO’yê ev berxwedan û têkoşîna gelê Bengalê esas girt û ew roj wek Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê qebûl kir. Ev biryara UNESCO’yê dibêje ku mafê her kesî heye ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibe. Gelek qanûnên navneteweyî dibêjin ku gerek zimanê dayikê bê parastin. 

Em jî dibêjin zimanê Kurdî nas bikin, qebûl bikin 

Li cihekî qedexe hebe, li wê derê berxwedan jî heye. Li cihekî astengî hebe, li wê derê têkoşîn jî heye. Ji bo wê ez xîreta we, xebata we û têkoşîna we ya ji bo zimanê dayikê pîroz dikim, silav dikim. Daxwazên we, daxwazên me ne jî. Em jî dibêjin zimanê Kurdî nas bikin, perwerdehiya bi zimanê dayikê qebûl bikin. Em jî dibêjin bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. Zarokên Kurdan bê zimanê wan ê dayikê nehêlin. 

Wek HDP em jî ji bo Kurdî amade ne 

Zimanê Ehmedê Xanî, Melayê Cizirî, Ehmedê Xasê, Siyahpûş û Mestûre Xanimê emanetî me ye. Qelema Celadet Bedirxan, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Mehmed Uzun, Arjen Arî li erdê neketiye. Têkoşîna wan a ji bo zimanê Kurdî, îro jî dewam dike. Di vê têkoşînê de ez serkeftinê ji her kesî re dixwazim ku ji bo zimanê xwe têkoşîn dikin. Wek HDP em jî ji bo Kurdî amade ne. Me jî dest bi perwerdehiya Kurdî kir. Mesûliyetên me gelek in. Înşallah em ê bi hev re têkoşîna ji bo zimanên xwe bilind bikin. Înşallah em ê bi hev re bi ser bikevin. Ez gelek spas dikim ji bo we, bi rastî jî gelek kêfxweş im ku îro li vê derê bi we re me. Spas û serkeftin.

22 Sibat 2021