Şandeya PSKê serdana partiya me kir

Cîgirên Serokê Giştî yên PSKê, serdana partiya me kir û giringiya yekîtiyê û hevgirtina kurdan anîn ziman. 

Cîgirên Serokê Giştî yên Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) Alaattîn Aras, Celal Yildiz û Hecî Hesen Tuzcu, ji ber êrişên di demên dawî yên li ser HDPê serdana HDPê kirin. Heyeta PSKê ji aliyê Wekîla Seroka Koma HDPê Fatma Kurtulan, Berdevkê HDPê Saruhan Oluç û Parlamenterê Wanê Tayyîp Temel ve hatin pêşwazîkirin. 

Di serdanê de, şandeya PSKê ji ber cezaxwarina Selahattîn Demirtaş û êrişên li ser parlamenterên HDPê, zextên li ser rêxistinên bajar û navçeyên HDPê, piştgirî û piştevaniya xwe pêşkêş kirin. Di serdanê de hate gotin ku, tifaqa AKP-MHPê ya ku bi hemû hêza xwe êrişî kurdan dike, bi berxwedaneke hevpar dikarin bên berterefkirin. Êrişên sîstematîk ên li ser kurdan bi ruhê yekîtiyê û hevgirtina kurdan dikarin bên pûçkirin. 

Di serdanê de êrişên dawî yên li ser Şengal û Mexmûrê û gefên dagirkirina Rojava jî hatin gengeşekirin û li dijî van êrişan giringiya ruhê yekîtiyê hate gotûbêjkirin. Qedexekirina peyva Kurdistanê li Meclisê jî di civînê de hate rojevê. Ji ber van êrişan êdî desthilatdarî bi awayekî eşkere dijminatiya kurdan dike û li dijî van êrişan, girîngiya yekîtiyê û hevgirtina aliyên kurdan hatin gengeşekirin. 

Di serdana şandeyê de hilbijartinên herêmî û rola hêzên Kurdistanî û giringiya yekdestkirina hêzên Kurdistanî jî hate gengeşekirin. Her wiha şandeyê li dijî êrişên gelemperî, berxwedana gelemperî li ser hêzên kurdan ferz kirin. 

 

17 Kanûn 2018