
Peyama Hevserokê me yê Giştî Selahattîn Demirtaş a ji partiya me û raya giştî re:
Ji ber helwesta Midûrê Girtîgeha Edirneyê ya li dijî diyalogê, reftarên derqanûnî û muameleyên derveyî nirxên însanî yên li ser mehkûmên din û ji ber ku wî derbarê dawîlêanîna grevên birçîbûnê de ti gav neavêtiye, em ê jî roja Îniyê dest bi greva birçîbûnê bikin.
Banga me ji bo raya giştî ew e ku derbarê grevên birçîbûnê û ixlalan de xwedî helwest bin.
Selahattîn Demirtaş
Hevserokê Giştî yê HDPê
Abdullah Zeydan
Parlementerê Colemêrgê
30 Adar 2017
Etiketler:
#greva birçîbûnê
, #selahattîn demirtaş