Serê gelê Silêmaniyê û Herêma Kurdistanê sax be

Daxuyaniya Hevberdevkên Komîsyona me ya Karûbarên Derve Feleknas Uca û Hişyar Ozsoy:

Di êvara 17’ê Mijdarê de li Herêma Kurdistanê, li bajarê Silêmaniyê teqînek rû da. Li gorî zanyariyên fermî tankeke LPG teqiyaye û 15 kesan jiyana xwe ji dest daye, 12 kes jî birîndar bûne. Em ji ber vê teqînê û encamên wê yên mirovî gelek xemgîn in. Serê hemû malbatên qurbaniyan, serê gelê Silêmaniyê û serê hemû gelê Herêma Kurdistanê sax be. Em ji bo birîndaran şîfaya xêrê dixwazin û hêvî dikin demildest tenduristiya wan baş be.

Feleknas Uca &Hişyar Özsoy
Partiya Demokratîk a Gelan
Hevberdevkên Komîsyona Karûbarên Derve

18 Mijdar 2022