Serlêdana Demirtaş a ji bo Serokatiya Meclisê ya derbarê proseya dengdana guherandina makeqanûnê de
Ji Serokatiya MMMTê re,

Pêşnûmaya derbarê guherandina makeqanûnê ya tarîxî ya ku dahatûya welatê me eleqedar dike, dê îro li Komcivînê were gotûbêjkirin. Em ê hemû bi hev re bibînin ka gelo Parleman, dê di encama gotûbêjan de biryareke çawa bide. 

Lê, 11 endamên Parlemanê bi riyên derqanûnî û bi awayekî siyasî wek “rehîne” hatine girtin û em nikarin li Parlemanê fikr û nêrînên xwe îfade bikin û ji bo guherandina makeqanûnê dengê xwe bi kar bînin. Di vî halî de ev gotûbêjên li ser guherandina makeqanûnê û proseya dengdanê di serî de derqanûnî ye, bigengeşe ye û ne meşrû ye. 

Nameyên me yên ku em ji MMMTê re dişînin û tê de fikra xwe îfade dikin, pêşî ji Wezareta Dadmendiyê re tê fakskirin û bi talîmata veşarî ve, nameyên me bi awayekî derqanûnî têne desteserkirin. 

Herçend em girtî bin jî, ew nayê wê maneyê ku erka me ya yasadanîn û teftîşkirinê hatiye sinordakirin. Ti ferqa me ya maf û karbidestiyê ji parlementerên li Meclisê yên din nîn e. 
Di vê çarçoveyê de, di gotûbêjên guherandina makeqanûnê de, mafê min û yê 10 hevalên min ên din yên zindanîkirî yê dengdana veşarî di her dengdanê de heye. 

Em daxwaz dikin û bi giramî radigihînin ku divê Serokatiya we, di her dengdana guherandina makeqanûnê de, mafê me yê dengdana veşarî biparêze û ji bo pêkanîna vê yekê jî derfet û tevdîrên pêwîst wergire. 

Reftarên berevajî vê yekê, bi awayekî aşkere dê li dijî rêziknameya navxwe û makeqanûnê be. 

Bi rêz û hurmet.

Selahattin Demirtaş
Hevserokê Giştî yê HDPê
Parlementerê Stenbolê
9 Rêbendan 2017
Girtîgeha Edirneyê