Siyaseta me ya Xeta 3’yemîn, dê bibe bingeha paradîgmaya me ya azadîxwaziya jinan!

Encamnameya Konferansa me ya Lijneya Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a ku di 25'ê Îlonê de li Enqereyê hatibû lidarxistin: 

Di 25’ê îlona 2021’an de, Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk ku bi şîara “Dem Dema Parastina Rêveberiyên Herêmî yên Azadîxwaziya Jinan û Hilweşandina Rejîma Qeyûm e” hat lidarxistin di şexsê Denîz Poyraz a ku li Îzmîrê hat qetilkirin de diyarî hemû rêhevalên me yên jin ên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, hat kirin. Di konferansê de hemû xebatên me hatin nirxandin, xeta têkoşîna me ya serdema nû hat nirxandin û careke din hat diyarkirin ku di pergala rêveberiya herêmî de ger temsîliyeta jinan tune be pêşketineke demokratîk dê pêk neyê. Dîsa hat diyarkirin ku riya herî giring a li hember êrişên li ser gelê me û destkeftiyên me, mezinkirina têkoşîna azadiya jinan e. Her wiha, em ê li dijî pergala zilamê serwer ê zayendperest, mîlîtarîst, dijminê kurd û jinan li her derê pergala xwe ya azadixwaziya jinan bi rêxistin bikin. 

Em ê bi mîrasa têkoşîna xwe, jiyana nû û rêvebirina xwecihî bi pêşengiya jinan ava bikin! 

Li hember polîtîkayên desthilatdariya zilamê serwer ku li tu qadeke jiyanê tehemula dîtina jinan nake, me got “em li her derê ne.” Li dijî êrîşên Peymana Stenbolê ku ewlehiya jiyana me ye, me tev bi hev re li qadan û meydanan têkoşîn meşand. Li şaredariyên ku me bi dest xistin, me rêgezên xwe yên hevserokatî û nûnertiya wekhev xist meriyetê. Di tevahiya mekanîzmayên me yên rêveberiyê de, bi avakirina koordînasyonên me yên jinan re, me gotina xwe di her mekanîzmayê de bi cih kir. Me navendên jinan, stargehên jinan vekir. Li hember tundiya li ser jinan em tev bi hev re têkoşiyan. Me li hember rejîma zilam a ku jinan ji qadên raya giştî dûr dixe, li qadên hilberînê zilaman bi cih dike, me li hilberîna li şûna xwe esas girt. Me got “em di hilberînê de hene” û me koperatîfên jinan û qadên îstîhdamê yên jinan vekir.

Hevserokatî xeta me ya mor e!

Li dijî siyaseta mêr me tu carî dev ji gotina ‘hevserokatî xeta me ya mor e’ berneda. Me ew kesên ku xwestin pergala me krîmînalîze bikin û hewl dan wekî sûc tev li dosyayên dozan bikin, di eywanên dadgehan de darizandin. Em ê dîsa bi têkoşîna xwe ya hevpar bersiva herî xurt bidin kesên ku pergala me ya hevserokatiyê hedef nîşan dan û qeyûm tayînî îradeya jinan kirin.

Pergala me ya hevserokatiyê ji hemû cîhanê re bû model. Herî dawî stendina xelata şaredariya herî baş a seroka Şaredariya Reqayê Leyla Mustafa mînaka herî şênber a vê yekê ye. Ev xelat a hemû jinan e ku li Rojava li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirin û parastina avakirina jiyaneke nû têkoşiyan. Di vê çarçoveyê de em jinên ku li Rojava û Şengalê pêşengtî ji jiyaneke nû re dikin, silav dikin. Bi heman rengî em têkoşîna jinên Efxanistanê ku li dijî her cureyên êrişên rêxistina mêr a Talîbanê xwe bi rêxistin kirin û têdikoşin, silav dikin û hestên xwe yên piştgiriyê ji wan re dişînin.

Dîsa em dibêjin têkoşîna edaletê ya Emîne Şenyaşar ku ev zêdetirîn 200 roj in li ber Edliyeya Rihayê dide domandin, têkoşîna me ye!

Herî dawî em silavên xwe dişînin hevşaredarên jin ên girtî û em soza domandina têkoşînê dikin ku heta digihêjin azadiya xwe.

Rejîma qeyûman derbeyeke zayendperestiyê ye!

Me li dijî qeyûman ku destkeftî û têkoşîna jinan dikirin hedef, pergala xwe ya rêveberiya herêmî ku xwe dispêre azadiya jinan, berdewam kir û xist meriyetê.  Me li dijî pergala qeyûman ku navendên jinan girtin, mêr tayînê miduriyetên jinan kirin, stargehên jinan girtin û mekanîzmaya ku jin serlêdan bikin nehiştin, têkoşîna xwe mezin kir. Em bi gotina ‘ji bo me rêveberiya herêmî tenê avahiyên şaredariyan nîn in’ di serî de hevserokên me bi hemû jinên hatibûn hilbijartin, li qadan û meydanan bi gotina em dest ji destkeftî û mafên xwe bernadin, têkoşîna xwe mezin kir. Me bi hişmendiya ku bingeha siyaseta giştî rêveberiyên herêmî ye, derketin rê û pêkanîna polîtîkaya xwe ya rêveberiya herêmî ku xwe dispêre azadiya jinan, esas girtin. Li dijî polîtîkayên ku xwezaya me talan dike, qadên xwe yên jiyanê parast û me avakirina jiyaneke ekolojîk parçeya herî girîng a xebatên xwe yên rêveberiya herêmî dît. Ji bo avakirina qadên jiyanê ku jin tê de bijîn, me herêmên pîlot û bajarên jinan diyar kir. Piştî vê pêvajoyê em soza mezinkirina rêxistinbûn û hêza xwe, bi hev re avakirina bajar, tax û qadên jiyanê ya bi rengê jinan, didin. Em careke din diyar dikin; ne qeyûmên nîşaneyên desthilatiyê ne ku têkoşîna jinan hedef digirin û jinan derveyî mekanîzmaya rêveberiyê dihêlin lê dê têkoşîna yekpare û rêxistinbûna jinan bi ser bikeve.  Em ê rejîma qeyûmên zayendperest hilweşînin û bi hev re jiyaneke nû ava bikin.

Rejîma qeyûman, rejîma înkara siyaseta jinan û siyaseta Kurd e

Qeyûmên ku bi destê tifaqa mêrane ya AKP-MHP'ê ya ku hemû polîtîkayên xwe li ser dijminatiya jinan û Kurdan dide meşandin, li aliyekî destkeftiyên jinan û Kurdan tune dike, li aliyê din jî li bajaran tabelayên pirzimanî radikin. Parkên Jinan digirin. Qadên civakî digirin. Bi vê yekê dixwazin civakê bêhefize bihêlin.

Rejîma qeyûman a ku li Kurdistanê bi pêş dixin, mirov nikare ji polîtîkayên tecrîda ku li ser hemû civakê ferz dikin û kûr dikin serbixwe bifikire. Hemû girêdayî polîtikayên tecrîdê ne. Em pir baş dizanin ku li dijî êrişên di serî de li hemberî jinên Kurd û hemû jinan, jinên ciwan û polîtikayên şerê taybet pêwîst e em bêtir têbikoşin û pêwîst e em bêtir bi hêz tevbigerin. Ji her demê bêtir pêdiviya me bi têkoşîneke bihêz heye. Îro bi sedan rêhevalên me yên jin ên têkoşîna azadiyê dimeşînin, li girtîgehan dîl hatine girtin. Li girtîgehan bi hemû cureyên binpêkirina mafan û polîtîkayên tecrîdê re rû bi rû hatine hiştin. Em li vir careke din tînin ziman ku em ê rê û rêbazên şikandina polîtîkayên tecrîda ku îro li girtîgehan dest pê kiriye û li ser hemû civakê belav bûye bi hev re bi pêş bixin. Em ê bi hev re polîtîkayên tecrîdê bişikînin. Em ê jiyana hevpar bi hev re di pêşengiya têkoşîna jinan de bi pêş bixin. Em ê li dijî polîtîkayên şer û tundiyê her tim aştiyê biparêzin û parastina aştiyê bidomînin.

Siyaseta me ya Xeta 3’yemîn, dê bibe bingeha paradîgmaya me ya azadîxwaziya jinan!

Siyaseta Xeta Sêyemîn a li dijî rejîma yekperest ku bi rengên xwe, bi baweriyên xwe, bi çanda xwe dibe alternatîfa jiyana hevpar, em di milê jinan de wekî bingeha civaka demokratîk dibînin û pênase dikin. Em baş dizanin ku xet û rêya avakirina siyaseta nû di vê siyaseta Xeta Sêyemîn re derbas dibe.

Siyaseta Xeta Sêyemîn ji bo me di avakirina tifaqa hevpar a jinan û mezinkirina têkoşîna li dijî rejîma qeyûman û polîtîkayên tecrîdê û pergala mêrê serdest re derbas dibe. Her wiha sedsala nû êş û jana guhertin û avakirina jiyana nû dijî. Ev sedsal, di nava xwe de têkoşîna hebûna jinan a derketina ser dikê îlan dike. Têkoşîna hebûna xwe ya derxistina ser dikê dide. Dem hatiye ku em destkeftiyên xwe ji dest bernedin. Dem hatiye ku em hemû rejîmên di rêveberiya herêmî û xweser de hewl dide me dîl bigire, xera bikin. Di vê wateyê de em baş dizanin ku pêşxistina demokrakiyê û parastina wekheviya zayendparêziya civakî, di têkoşîna jinan re derbas dibe. Em baş dizanin ku têkoşîna me dê bi pêş bixe.

Em bi rêya vê konferansa xwe bang li hemû jinan dikin: Li ku dera cîhanê dibe bila bibe, êrişên li dijî jinan û destkeftiyên jinan, di heman demê de li dijî me jî pêk hatiye. Em hemû jinan dawet dikin û dixwazin li dijî newekheviya zayendparêziya civakî têbikoşin. Em dixwazin li dijî feraseta zayendperest jiyana demokratîk, azadîparêziya jinan, demokratîk, ekolojîk ava bikin. Em dizanin ku ji Rojava heta Şengalê û ji Polonya, Şîlî, Arjantîn û Efxanistanê jin dê li dijî feraseta şaş li qadan bin. Em dizanin ku li Tirkiyeyê tevgera jinan jî û jinên femînîst jî dê bibin dengên jinan û bêtir dengên jinan belav bikin. Wekî Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn ku li Bêrûtê pêk hat, li dijî vê pergalê gotiye fermo kerem bikin.

Di encamê de me kongreya xwe di şexsê Deniz Poyraz de diyarî hemû jinên ku ji bo azadiya jinan têdikoşin dikin. Em hevrêyên xwe yên jin ku di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Me soz daye wan ku em van xeyalên wan pêk bînin.

 

Partiya Demokratîk a Gelan

Lijneya Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk

29 Îlon 2021