Şoreşa Rojava îlhama şoreşa Rojhilata Navîn e!

Daxuyaniya Lijneya me ya Rêvebirina Navendî:

19’ê Tîrmeha 2012’an, di dîroka Rojhilata Navîn, Sûriye, Kurdistan û Rojava de mîlad û werçerxeke mezin e ku îro jî encam û rengvedanên wê bi her awayî bandora xwe li ser rewşa herêmê dike. Rejîma Esad ku bi salan zilm, zor û îdareyeke yekparêz û otorîter li ser gelên Sûriyeyê ferz dikir di sala 2012’an de bi serhildan, şoreş û aloziyeke navxweyî têk çû.

Di ser şerê navxweyî yê Sûriyeyê re neh sal derbas bûn. Di neh salên borî de wî şerî xisareke mezin da gelên Sûriyeyê. Li aliyekî rejîma Esad a ku hemû mafên bingehîn ên gelê Kurd û gelên Sûriyeyê bi salan înkar dikir, li aliyê din jî cîhadîstên ku tarîtî û hovîtî li ser Kurdan û gelên Sûriyeyê ferz dikir, heta niha model û riyeke nû ji bo aramiya gelên Sûriyeyê ava û pêşkêş nekirin.

Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de gelê Rojava û gelên Bakurê Sûriyeyê, li dijî hovîtî û tarîtiya cîhadîstan û rejîma Esad, bingeha riya 3’yemîn ava kirin û modeleke civakî ya nû ya li ser esasên wekhevî, demokrasî û azadiya pêkhateyan, jinan, baweriyan û ciwanan avabûyî dan ber xwe. Ew guhertina ku li Kobaniyê dest pê kir, ew çirûska şoreşê ya ku li Rojava rijiya, piştre ji bo temamî Bakurê Sûriyeyê bû îlhama modeleke nû ya civakî.

Şoreşa Rojava ne tenê ji bo gelê Kurd, her wekî din ji bo gelên Ereb, Tirkmen, Siryan û Ermen jî bû hêviya pêkvejiyaneke nû. Lewma jî Şoreşa Rojava; şoreşa gelan, jinan, baweriyan û ciwanan e. Ji ber vê karekterê wê yê şoreşger, ji ber armanc û îdîaya wê ya damezirîner a pêkvejiyaneke nû, di 8 salên borî de Şoreşa Rojava hem ji aliyê rejîma Esad, hem ji aliyê cîhadîstan, hem ji aliyê rejîma Erdogan û hevkarên wê yên herêmê ve her tim rastî êriş, dorpêçkirin û dagirkeriyê hat.

Ji bo wê jî Efrîn, Serêkaniyê û Girêspî bi hevkariya wan cîhadîstan, bi riza û piştgiriya wan hêzên herêmê yên emperyalîst, ji aliyê rejîma Erdogan ve hat dagirkirin. Di encama dagirkeriyê de bi hezaran kes hatin qetilkirin, bi sedhezaran kes ji cih û warên xwe hatin koçberkirin, xisareke mezin li xwezaya herêmê hat dayîn.

Di 9’emîn salvegera wê de em Şoreşa Rojava silav dikin. Şoreşa Rojava li gelê Kurd, li gelên Rojava û li temamî gelên cîhanê pîroz be. Wek HDP em dizanin, dibînin û bi serbilindî dibêjin ku Şoreşa Rojava, li Rojhilata Navîn, li herêmê, ceribandineke giring a dîrokî û nîşaneya riyeke nû ya şoreşger e ji bo gelan. Ji bo wê jî parastin, bipêşxistin û tacîdarkirina vê şoreşê ne tenê erka gelê Kurd û gelên Bakurê Sûriyeyê ye, lê erka temamî mirovahiyê ye. Şoreşa Rojava îlhama şoreşa Rojhilata Navîn e. Di 9’emîn salvegera şoreşê de em wek HDP banga piştevanî, xwedîderketin, parastin û mayîndekirina şoreşê dikin.

Partiya Demokratîk a Gelan

Lijneya Rêvebirina Navendî

19’ê Tîrmehê, 2021