Şoreşa Rojava rûmeta mirovahiyê ye lê xwedî derkevin

Daxuyaniya Lijneya me ya Rêvebirina Navendî:

Di ser Şoreşa Rojava ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de bi pêşengiya gelê Kurd ku bi hevkariya gelên Suriyeyê pêk hat re 11 sal derbas bû. Di destpêka şerê Suriyeyê yê navxweyî de gelên Suriyeyê di navbera rejîma Esad û feraseta DAIŞ’ê de hate hiştin. Lê li gel vê yekê gelê Kurd û gelên Suriyeyê bi ferasetek demokratîk azadîxwaz û bi pêşengiya jinan şoreşeke girîng pêk anîn. Şoreşa Rojava ku jinan û ciwanan pêşengiyê wê kir, îro li gel hemû pêkûtî, ambargo û êrişên dijmirovî di têkoşîna gelên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê de riya têkoşîna azadiyê vekir û ji bo hemû mirovahiyê jî heviya wekhevî û azadiyê afirand.

Îktidara AKP’ê û çeteyên DAIŞ’ê ku neyarê gel û mirovahiyê ne ji serî heya niha dijberiya Şoreşa Rojava dikin û ji bo ku vê şoreşê bifetisînin di nav helwdaneke bênavber de ne. Ji bo vê yekê li hemberî Rojava her cûreyên êrişan pêk tînin. Li hemberî van êrişan bêdengî û hevkariya Neteweyên Yekbûyî û hemû dewletên ku mafên mirovan ên bingehîn qebûl kirine ji bo dinyayekî azadtir û siberojekî demokratîk tehdîdekî mezin e.

Ji aliyek ve gelên cîhanê daxwaza qebûlkirina statuya gelên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û Rojavayê Kurdistanê dikin ji aliye din ve Tirkiye û rejîma AKP’ê li hemberî gelên sivîl ên Rojava êrişên hewayî û sûîqestî bênavber dimeşînin. Ev êriş bi tû awayî nayên astengkirin, hêzên navneteweyî van êrişan temaşe dikin û car caran piştgirî didin van êrişan. Gelên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi mirinê re rû bi tên hiştin. AKP mudaxeleyê demografiya heremê dikê bi dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî. Hem dixwaze hafizaya gelê Kurd têk bibe û hem jî heremê ji gelê Kurd paqiş bike. Divê bê zanîn ku ev êriş ne tenê li hemberî gelê Kurd e, li hemberî hemû gel, jin, ciwan û baweriyên ku dixwazin birûmet, azad û bi awayekî hevpar bi hev re bijîn tê meşandin. Parastina maf û destkeftiyên gelê Kurd û gelên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, daxwaza statuya herêmê peyvira hemû kesên azadîxwaz e.

Em Şoreşa Rojava ku 11 sal berê pêk hat û di serî de hêviya jiyana azad û wekhev da Rojhilata Navîn û hemû gelan silav dikin. Em soz didin ku em ê peywira xwe ya ku destkeftiyên Şoreşa Rojava mayînde bibin bi cîh bînin. Gelê Kurd jî dê tû car dev ji destkeftî û azadiyên xwe bernede. Bi vê mabestê em bang li hemû gelên Rojhilata Navîn, Tirkiyeyê û dinyayê dikin ku ji bo jiyanek azad û demokratîk piştgirî bidin Şoreşa Rojava û vê şoreşa mirovahiyê bi parêzin.

LIJNEYA BIRÊVEBIRINA NAVENDÎ YA HDP’Ê

19 Tîrmeh 2023