Şoreşa Rojava, serfiraziya Kobaniyê hêvî û baweriya mirovahiyê ye

Daxuyaniya Lijneya me ya Rêvebirina Navendî:

Di ser berxwedana bêhempa, serfiraziya li dijî hovîtiya DAIŞ’ê re 7 sal derbas bûn. Gelê Kobaniyê 133 rojan, li ber hovîtiya DAIŞ’ê berxwedaneke bêhempa meşand û mohra xwe li sedsala 21’emîn xist û dîroka azadiyê careke din nivîsî. DAIŞ’ê ji Rojhilata Navîn heta gelek aliyên cîhanê, dixwest ku hovîtiyê li ser gelan ferz bike, lewre têkoşîna ku hat meşandin rê li ber wê girt.  Ne barbarî azadî, ne tarîtî ronahî, ne zordarî demokrasî bi ser ket li Kobaniyê. Feraseta DAIŞ’ê û hevkarên wê têk çû, nirxên mirovahiyê bi ser ket li Kobaniyê.

Hêzên navneteweyî û herêmî yek bi yek li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê têk diçûn, bajarên wek Mûsilê di rojekê de ji dest diçûn, lê gelê Kurd bi derfetên xwe, bi piştgiriya dostên xwe û bi bîr û baweriya xwe ya azadiyê bi ser ket. Hemû mirovên azadîxwaz û yeksanîxwaz bi gelê Kurd û gelê Kobaniyê re bûn û şahidiya berxwedana dîrokî û bêhempa ya li dijî DAIŞ’ê kirin. Berxwedana Kobaniyê bû raperîna wijdana hemû gelên cîhanê û lewre jî li seranserî cîhanê piştevanî û palpiştiya bi gelê Kurd û Kobaniyê re bi pêş xist.  Ji Xelatgirên Nobelê bigire heta akademîsyenan, ji rewşenbîran bigire heta nivîskar û rêxistinên civaka sivîl, bi sedhezaran kesan bang kir û di sala 2014’an de 1’ê Mijdarê wek Roja Piştevaniya Kobaniyê hat ragihandin.

Di 7’emîn salvegera wê de wek Partiya Demokratîk a Gelan, em hêvî û baweriya ku li Kobaniyê zîl da, serfiraziya ku li wir derkete meydanê, berxwedana ku li wir hate meşandin û palpiştî û piştevaniya enternasyonal silav dikin. Em baş dizanin ku, herçend DAIŞ têk biçe jî, zihniyeta DAIŞ’ê îro jî li ser kar e û şerê tarîtî û ronahiyê îro jî berdewam dike. Hevkarên DAIŞ’ê îro jî dixwazin tola Kobaniyê hilînin, tiştê ku DAIŞ’ê nikaribû bike, ew dixwazin bikin. Gefên dagirkeriyê yên desthilatiya AKP’ê, doznameya kûmpasê ya girtina partiya me ya ku piştevaniya bi Kobaniyê re dike hincet û dixwaze partiya me bigire encam û rengvedana vê niyet û nêzikatiyê ye.

DAIŞ, doh bi ser neket, îro jî ew hêzên ku dixwazin Kobaniyê dagir bikin wê bi ser nekevin. Palpiştî û piştevaniya gel û baweriyan a ku li Kobaniyê derkete meydanê û serfiraziya Kobaniyê îro jî hêvî û îlhama mirovahiyê ye. Şoreşa Kobaniyê şoreşa jinan û ciwanan û gelan e. Li dijî zihniyeta yekparêz, serkeftina pirdengî û pirrengiyê ye.

1’ê Mijdarê Roja Kobaniyê li temamî mirovahiyê pîroz be. Wek doh, îro jî li dijî tarîtî, dagirkerî û zordestiyê em ligel heq û heqîqetê ne û piştgiriya gelên berxwedêr dikin. Wek doh, îro jî em gefên ku li Kobaniyê û li Rojava tên xwarin qebûl nakin û banga piştgirî û piştevaniyê li temamî gelên cîhanê dikin.

Partiya Demokratîk a Gelan
Lijneya Rêvebirina Navendî 
1 Mijdar 2021