Surucu: Dema Ocalan diaxive li vî welatî çareserî bi pêş dikeve

Parlementerên me di roja 29’emîn de nobeta xwe ya edaletê didomînin. Parlamenterên me Kemal Pekoz, Fatma Kurtulan, Feleknas Uca, Muazzez Orhan, Abdullah Koç, Ayşe Surucu, Murat Çepnî, Saît Dede, Şevîn Coşkun û Erdal Aydemîr beşdarî çalakiyê bûn. Parlamentera me Ayşe Surucu di nobetê de axivî û wiha got:

Li hemberî Ocalan zagonên vî welatê tên binpêkirin

Nobeta me ya edaletê ku îro 29 roj in me li ber Wezareta Dadê dabû destpêkirin îro berdewam dike. Armanca vê çalakiya me bidawîkirina tecrîda li ser birêz Ocalan, Hamîli Yildirim, Hayrî Konar û Veysî Aktaş tê meşandin e. Birêz Ocalan 24 sal in li Girava Îmraliyê bi tenê girtî ye. Ji 5'ê Avrêla 2015’an vir ve di bin tecrîdeke girankirî de ye. Bi taybetî 2 sal in ji birêz Ocalan tu agahî nayê girtin. Birêz Ocalan ne bi malbata xwe ne jî bi parêzerên xwe re nikare hevdîtin bike. Zagonên Tirkiyeyê ku ji bo hemû girtiyan derbas dibe ji bo birêz Ocalan û girtiyên Îmraliyê derbas nabe. Wekî ku Îmralî bi welatekî din ve girêdayî ye. Li wir zagonên cuda û polîtîkayên tecrîdê tên meşandin. Bi tecrîdkirina Ocalan li vî welatî xitimandinek pêk hat. Ev tecrîd îro li ser hemû civakê bandor dike bi taybetî li ser girtîgehan dike. Ji 5’ê Nîsana 2015’an vir ve dema em li rewşa girtîgehan dinihêrin li girtîgehan polîtîkayeke pir kûr tê meşandin. Her roj ji girtîgehan tabût  derdikevin. Girtiyên ku jiyana xwe ji dest didin hin ji wan girtiyên nexweş û hin ji wan mirinên bi guman pêk tên û tabût roj bi roj ji girtîgehan derdikevin. Ev jî encama polîtîkayên tecrîdê ye.

Tecrîd kaos e bêhiqûqî ye, şer û xizanî ye
 
Her wiha ji sala 2015’an vir ve li vî welatî xizanî her çû zêde bû, alozî zêde bûn. Kuştinên jinan zêde bû. Di nav saleke dawî de 320 jin li Tirkiyeyê hatin kuştin. Ji 2015’an vir ve ji 2000’an zêdetir jin li kolanan li malan li cihê kar bi destê zilaman hatin qetilkirin. Kuştinên jinan jî dîsa bi polîtîkayên tecrîdê ve girêdayî ye. Îro li vî welatî şer heye. Ji avabûna komara Tirkiyeyê nasnameya Kurdan zimanê Kurdan tê înkarkirin. 40 sal in şerek heye li vî welatî. Her çiqas ku pergala heyî vê yekê qebûl neke jî şer heye. Razemendiya vî welatî, budceya herî zêde ji vî şerî re tê veqandindin. Me di çêkirina budceyê de jî dît ku budceyaTirkiyeyê herî zêde ji şer re tê veqatandin. Ji aliyekî ve polîtîkayên tecrîdê û şer ji aliyê din ve xizanî her ku diçe zêde dibe. Êdî civak hatiye asteke wisa ku mirov nikarin ji zarokên xwe re pêlavekê û cil û bergan bikirin. Ji bêhêvîtiyê xwekuştin û mirin her ku diçe zêde dibe. Hatiye asteke wisa ku jin û bi taybetî ciwan, bijîşk û kesên xwediyê pîşe vî welatî diterikînin. Ji ber ku hêviyê jiyanê nabînin. Ev kaos û tiştên ku tên jiyankirin hemû bi tecrîdê ve girêdayî ye.

Dema Ocalan diaxive li vî welatî çareserî bi pêş dikeve

Dema ku li Îmraliyê tecrîda girankirî hate destpêkirin, vê yekê bandor li ser hemû jiyanê û civakê kir. Her kes dizane, pergala serdest û hemû cihan jî dizane ku birêz Ocalan ne tenê şexsek e. Rol û rista birêz Ocalan ya di çareseriya pirsgirêka Kurdan de li ber çavan e. Ocalan ji bo aştiyê têdokişe. Bi bangewaziyên wî gelek kom hatin Tirkiyeyê. Ji pêvajoya 2013’an heya 2015’an li Girava Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin çêbûn. Di warê çareseriya demokratîk de muzakere çêbûn. Lê ji 2015’an vir ve polîtîkayên neçareseriyê û tecrîdê hate destpêkirin, li Tirkiyeyê şer kûr bû, xizanî zêde bû. Ji bo ku Tirkiye ji vê kaosê derkeve beriya her tiştî divê dev ji polîtîkaya tecrîdê û şer berde. Em jî wekî HDP heya dawî li hemberî polîtîkayên tecrîdê têbikoşin.

Heya tecrîd bişikê em ê têkoşîna xwe bidomînin

Hevserokên me yên giştî û parlamenterên me serlêdana Wezareta Dadê kirin. Me xwest em biçin Îmraliyê û bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Lê mixabin heya îro Wezareta Dadê tu bersiv nedaye me. 29 roj in em di nobetê de çalakiya ji bo rakirina tecrîdê dimeşînin. Heya ku polîtîkaya tecrîdê berdewam bike em ê jî têkoşîna xwe berdewam bikin. Em cardin bangewaziyê li Wezareta Dadê dikin. Dev ji polîtîkayên tecrîdê berdin, bila parêzer û malbata Ocalan hevdîtin bikin. Dev ji polîtîkaya tecrîdê berdin, em ê heya dawî li hemberî tecrîd û şer têkoşinê bimeşînin.

31 Çile 2023