Sykes-Picot, trajediya Kurdan e
Axaftina parlementera me ya Agiriyê Dilan Dirayet Taşdemir a derbarê budçeya 2017an a Rawêjkariya Pîşesaziya Bergiriyê.


Rojava ji Afrîkayê jî, ji Asyayê jî neziktirî we ye. 

Mefhûma şerr, ji bo polîtîkayên navxwe û derve jî karîger e. Berî niha ji bo Îslama nerm, piştî proseya Ewropayîbûnê li gorî stratejiya kûr, Tirkiye ber bi şerekî herêmî ve hate kişandin. Sedema vê yekê jî fobiya Kurdan û daxwaza polîtîkayên ewlehiyê ye. Li Meclisê bi welatên Afrîkî re peyman têne îmzekirin û seyr û sefer bo wan welatan têne kirin. Em ne li dijî vê yekê ne û helbet divê pêwendî bêne danîn. Lê binihêrin, li rex Nisêbînê Qamişlo heye, li rex Pirsûsê Kobanî heye. Anku xizm û lêzimên 20 milyon hemwelatiyên we, li wir dijîn. Hûn bawer bikin, Rojava ji Afrîkayê jî, ji Asyayê jî nêziktirî we ye.  

Sykes-Picot, trajediya Kurdan e

Li Meclisê gellek behsa Sykes-Picotê hat kirin. Numan Kurtulmuş jî behsa sînorên portatîf kir, rast e. Lê Sykes-Picot, trajediya Kurdan e û bingeha kêşeya Kurdan bi xwe ye. Divê hûn bi gelên Sûriyeyê re yên ku li dijî zaliman demokrasiyê ava dikin, tifaqê bikin. Li Sûriyeyê di serî de miletê Kurd bêstatû û bênasname dijî. Îro, li wir, li dijî Esedê zalim û dîktator ê ku AKP jî wî wisa terîf dike, têkoşîna bo demokrasiyê tê dayîn. Dîsa îro li dijî tarîtî û barbariya DAIŞê, ya ku jinan li bazaran difiroşe û serê mirovan jêdike, gelên wir bi pêşengiya jinan, sîstema xwe ya demokratîk ava dikin. Divê ev sîstem were piştgirîkirin û dijminatî lê neyê kirin. Çimkî ev sîstem dermanê Rojhilata Navîn e û çareseriya Skyes-Picotê ye. 

Wezîrê Dadê, gotibû “Me OHAL li dijî siyasetmedar û muxalifan îlan nekir”. Lê niha her tişt li dijî muxalîf û sîyasetmedaran tê kirin. Ne daxuyaniyê çapemeniyê tê dayîn, ne meş tê kirin… Em jixwe nikarin van çalakiyan bikin, her der ji bom e girtî ye û bi tenê ji AKPê re vekiriye. 

Di dema proseya aştiyê de ji %70yê milet, piştgiriya proseyê dikir

Me bi xêra prosesa aştiyê, li her platformê gengeşeyên hizrî pêk dianî û zemîneke gotûbêjan hatibû avakirin. Lê mixabin, ewên ku ji bo proseyê digotin “min jehra zirgêjnokê vexwariye”, ev proses xelas kirin û dîsa vegerîn ser siyaseta tekperest. Em îro di rewşeke pirr trajîk de ne, kî behsa aştiyê bike ew tê sûcdarkirin, lê kî behsa kuştin û lêdan û şer bike, ew dibe welatperwer. Hikûmet bi gotinên xwe dirûvê dide civakê. Bo nimûne di dema proseya aştiyê de ji %70yê milet, piştgiriya proseya aştiyê dikir. Kes wê demê nedimir cinazeyê ti kesî nedihat. Milet bi dil û can daxwaza aştiyê dikir. Kengî Hikûmetê dev ji polîtîkayên aştiyê berda, piştî wê helhela şerr destpê kir û faşîzm êdî bûye parçeyeke jiyana me. Piştî ku prosesa aştiyê ji aliyê Hikûmetê ve hate xelaskirin, hemû wezaret, êdî bûna taşeronên Wezareta Bergiriyê. 

10 Kanûn 2016