Taşdemir: Em van polîtîkayên mêtingeriyê ji qeyûman dizanin

Berdevka Meclisa Jinan ya HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemir, li Amedê daxuyaniya çapemeniyê pêk anî û geşedanên di rojevê de nirxand. Taşdemîr wiha axivî:  

Gelek spas dikim ji bo hatine we. Wekî ku hûn dizanin li hemberî HDP'ê li hemberî siyaseta kurd, polîtikaya qirkirinê dane destpekirinê. Lê belê ev êriş tenê bi riya siyasetê nameşe, di her warî de dimeşe. Herî zêde jî ev yek li ser çand û zimanê kurdî dimeşe. Em dizanin li ser zimanê kurdî politikayên pişaftinê ne tenê îro hatine destpêkirin. Bi rastî bi salan e bi avakirina komarê heya îro li hemberî zimanê kurdî politikayên pişaftinê, polîtikayên înkarê tên meşandin. Lê belê ev demek e jî li  her derê ev wekî politikaya AKP'ê tê pejirandin. Li her derê li hemberî hemwelatiyên kurd ku kurdî diaxivin êriş pêk tînin. We jî şopand li Çanakkaleyê hemwelatiyek bi hevsera xwe re bi kurdî axivî rastî êrişê hat. Dîsa li Deryaya Reş civanekî kurd tenê silavek da hevalê xwe û di encamê de rastî êrişê hat û hat qetilkirin. Mixabin li hemberî van êrişan ne dozgerî ne dadgehekê dozek venekir. Ev dosya hatin girtin. Ev yek sûcên nefretê ne li hemberî kurdî, divê wisa bên binavkirin û cezakirin.  
 
Em van polîtîkayên mêtingeriyê ji qeyûman dizanin
 
Herî dawî êrişek li Mûşê li hemberî kurdî hat lidarxistin. Hevserokê Şaredariya DBP'ê yê berê yê Erentepeyê, Aydinkaya li zindanê jiyana xwe ji dest dabû. Li ser goristana wî bi kurdî “em te ji bîr nakin” hatibû nivîsandinê. Du  roj berê dozgeriya Mûşê bi biryarekê ev goristan hilweşand. Ji ber ku bi kurdî nivîsiye. Ev yek, wek politikayekê, her ku diçe xurt dibe bêtahamuliya li hemberî kurdî zêde dibe, wekî faşîzmeke reş derxistine pêşiya zimanê kurdî. Em van polîtikayan ji nêz de dizanin. Dema ku feraseta qeyûm dest da ser şaredariya me, di serî de tabelayên kurdî daxist. Piştre dibistana kurdî ku zarokan tê de dersên kurdî didît ev dibistan hatin girtin. Navên parkan hatin guhertin, navên sûkan hatin guhartin. Wekî politikaya mêtingerî tê meşandin û dixwazin zimanê kurdan çanda kurdan bi rastî hebûna kurdan ji holê rakin. Em ê li hemberî van polîtikayan pişaftin û mêtingeriyê, çand û zimanê kurdî yê qedîm ku li ser vê erdnigariyê çandeke herî kevnar e, em ê biparêzin. Em ê li her derê bi kurdî biaxivin, bi kurdî binivisîn, bi kurdî bifikirin, li hemberî vê pişaftinê sekna me dê ev be. Em ê her dem li hemberî van politikayan derkevin.  
 
Di rojevê de êrişên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava hîn dewam dikin.  Ev êriş nesekinîne. Dem dem bi Rûsya, bi Amerika re gelek hevdîtin pêk hatin, agirbest hatin îlankirin lê mixabin şer jî her diçe kûr dibe. Êriş kûr dibin. Ji 9'ê mehê heya îro gelek sivîl hatin qetilkirin. Bi hezaran, bi sed hezaran kes koçber bûn. Cihê ku hatine dagirkerin, wekî Girê Sipî, Serêkaniyê li van deran jî em dibînin ku pergala demokratîk ku bi pêşengiya jinan hatibû avakirin ew hatiye hilweşandinê. Gelên wir di bin zext û zorê de ne, ji jinan dixwazin cilê reş li xwe bikin. Wekî zihniyeta DAIŞ'ê çawa dixwest li wir pergalek ava bike, dixwazin wî berdewam bikin. Bi rastî ev feraseta dagirgeriyê ne tenê li Girê Spî yanê digotin em ê herêma ewle ava bikin, dixwazin her derê dagir bikin. Vê demê Kobanê hildidin ser zimanê xwe, gefan li Kobanê dixwin. Dixwazin Kobanê jî desteser bikin. Ji  ber ku Kobanê wek êşeke mezin ketiye dilê wan. Dema şerê Sûriyeyê dest pê kir, berê çeteyan dan Kobanê, gotin "Kobanê ket an dê bikeve". Kobanê neket bi alîkariya şervanên enternasyonal, jin zilam û zarokên kurd berxwanedeneke bêhempa li hemberî DAIŞ'ê, serkeftineke mezin, berxwedanek pek hat û zihniyeta DAIŞ'ê ji Kobanê ji Rojava hate derxistin. Îro em dibînin ku dixwazin tola vê yekê bigirin. Dixwazin ku tola neketina Kobanê hildin. Lewra dixwazin li  her derê êrişê Kobanê bikin. Duh 1'ê Mijdarê bû, îro jî 2'yê Mijdarê ye. Her roj jî rojên dîrokî ne. Ji ber ku bi pêşengtiya gelan bi pêşengtiya jinan jiyaneke wekhev, sîstemeke demokratîk hate afirandin, xem û xeyalên Rojhilata Navîn hate pêkanîn. Ev li hemû gelan tê pîrozkirin. Li her derê cîhanê, li Kurdistanê gelên xwedî wijdan derdikevin qadan û vê rojê pîroz dikin. Kurdan û dostên kurdan li hemberî tarîtiya DAIŞê pergaleke hem gelên dinyayê hem Rojhilata Navîn azad kirin û hem jî pergaleke nû ava kirin. Li her derê dinyayê meş tên lidarxistin, piştgiriya Rojava, piştgiriya kurdan derdikeve pêş. Ev ronahî ku em wekî şoreşa jinan bi nav dikin, li hemu gelên cîhane piroz bibe. Ji her demê zêdetir hewcedarî  heye ku em li van serkeftinan xwedî derkevin. Ji ber ku ev serkeftinên Rojava, Başurê Suriyeyê ne tenê serkeftina gelekî ye ya hemû gelan e ya hemû jinan e.  
 
Bi êrişên DAIŞê', bi mêtingeriyê êdî pirsgirêka kurd nayê çareserkirin
 
Mixabin hikûmeta AKP-MHP'ê bi dijminatiya Kurdan tevdigere. Naxwaze bi sîstemeka demokratîk re bibe cînar, bi kurdên azad re bijî. Di demeke nêz de xelîfeyê DAIŞ'ê Bexdadî 5 km nêzikî sînore Tirkiyeyê hate kuştin. Ev cihekî watedar e. Nêzikî noqteyên leşkerî yên  Tirkiyeyê ne. Lê mixabin AKP ji nêzikbûna DAIŞ'ê aciz nîn e, lê belê dibêjin bila kurd 30-40 kilometre dûrî me biçe. Ji bo vê yekê çi ji destê wan tê, dike. Em bangewazî dikin û divê ku bizanibin êdî ne bi êrişên DAIŞ'ê ne jî bi êrişên dagirkeriyê û çeteyan êdî pirsgirêka kurd nayê çareserkirin. Êdî pirsgirêka kurd bûye pirsgirêkeke navneteweyî û ji bilî çareseriya demokratik, ji bilî dîplomasî û siyasetê tu rê tune ye ku çareser bibe. Divê hikûmet baş bizanibe bi vê riyê dagirkiriyê ku kurd wekî terorîst hatibu binavkirin pûç bu. Hemû dinya ve pirsgirêkê wekî pirsgirêka maf û azadiyan, pirsgirêka ziman bi nav dike. Ev yek derketiye holê. Em bang li hikûmeta Tirkiyeyê dikin ku hêzên xwe, leşkerên xwe paş de bikişîne. Divê li hemberî çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê nebe asteng. Ji bo pêşeroja gelên Tirkiyeyê, pêşeroja gelê kurd jî ev çareseri riya herî baş e, riya qeyim e. Lewma divê ku dev ji van polîtikayên înkar û asimîlasyonê bên berdan. Di sedsala 21'an de de azadî û wekheviyê bixwe re bîne. Têkoşîn jî vê yekê dide nîşan.  
 
Gelo bi milyonan pereyê nelêrêtiyên qeyûman ji çeteyan re çû?
 
Polîtîkayen AKP'ê li  dijî sînor çawa ku li ser dijberiya kurdan dimeşe di nav sînoran de jî wisa dimeşe. Ev polîtîkaya ku îro navê wê bûye "pergala qeyûman", bi desteserkirina şaredariyan wekî polîtîkayeke sîstematîk dimeşe. 5 sal e bi riya qeyûman ev polîtika her ku diçe xwe xurt dike. Di 19'e mehê (Tebax) de 3 şaredariyên me hatin desteserkirin. Piştre komplo kûrkirin, bi derewan, lîstokên mezin, bi piştgiriya çapemeniya qirêj, dest dan ser şaredariyên me. Piştre Nisêbîn, Gever, Colemêrgê û du roj berê jî li Cizîrê dest danîn şer şaredariyên me. Êdî em napirsin ka hiqûqî ye yan na. Ji ber ku  li Tirkiyeyê hiqûq tune ye. Duh Hevseroka me Serayê Caziye Durug hate binçavkirin îro jî qeyûm dest da şer şarederiya me. Dixwazin îradeya kurdan bişikînin. Kurd bi îredeya xwe dernekevin holê û şert û mercên berê bi kurdan bidin qebûlkirin. Bi rastî kurd jî êdî tu car vê siyasetê napejirînin û dê îradeya  xwe biparêzin. Dê dawiya dawî de ev siyaseta mêtingeriyê têk biçe. Di 2016’an de dest dane ser şaredariyên me û piştre hilbijartin hatin pêkanîn, hevalên me cardin hatin ser kar. Me bi raya giştî re nelirêtiyên van qeyûman parve kir. Bi milyonan pere li holê tune ye. Ev pere bi ku de çûn? Em bawer nakin tenê ku beqlewe xwaribin ji xwe re cihê serşûştinê çêkiribin. Fikr û ramanên me ew e ku pere dane hêzên çeteyan. Em bi fikar in gelo alîkariya wan çeteyan hatiye kirin? Ev pere di van riyan de hatiye bikaranîn? Ger ku wisa nebe jî divê rastiya vê yekê derkeve holê. Bi ya me ev pere di van riyan de hatiye bikaranîn.  
 
Ger hûn ê bişopînin, kujerên jinan, emîrê DAIŞ'ê yê li Enqerê bişopînin
 
Çawa ku qeyûm vê siyasetê dimeşînin li ser siyasetmedaran jî êrişek heye. Di 2016’an de derbeyek pek hat. Hevserokên me Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û 10 parlementerên me nîvê şevê wekî derbeyekê hatin binçavkirin û girtin. Hevalên me hîn jî di zindanan  de ne. Çawa ku li derve êriş xurt dibin li zindanan jî xurt dibin. Li zindana Kandirayê jî li ser parlementerên me yên berê Selma Irmak û Çaglar Demîrel jî ev zext zêde dibin. Di zindanan de bi riya kamerayan dixwazin hevalên me bişopînin. Jiyana wan bikin bin kontrolê. Hevalên me li hemberî vê yekê bertek nîşan dane û dixwazin bi cezayê hucreyê bên cezakirin. Hêrseke mezin li hemberî siyasetmedarên kurd dimeşînin. Xistina zindanan, hucreyan têrê nake dixwazin bi kamereyan bişopînin. Em dipirsin; ev tirs ji ber çi ye? Dev ji van politîkayên qirêj berdin, hûn nikarin îradeya jinan bişkînin. Ger ku hûn dixwazin bişopînin ewên ku li Enqereyê emîrekî DAIŞ'ê keçikeke êzidî ya 14 salî revand bişopînin. Her roj yên ku li qadan jinan dikujin bişopînin. Herî dawî li Kampa Holê 2 jinên DAIŞ'ê reviîn û çepilên xwe li ba kirin û ji sînor derbas bûn û serî li balyozxaneya Frensayê dane. Hûn ê bişopînin van bişopînin. Lê em dizanin ku ev nayên şopandin. Alîkarî didin van ji ber ku wekî zihniyet dişibin hevdu. Lê hemberî siyaseta HDP'ê li hemberî jinan çi ji destê wan tê dikin. Em li hemberî van polîtikayan matmayî namînin.  
 
Em neberdana Abdullah Zeydan şermezar dikin
 
Herî dawî pêşnûmeyek hate amedekirin. Gelek kes dosyeyên wan çûn dadgehê û riya darizandina wan vebû. Parlementerê me Abdullah Zeydan jî serî lê da. Dadgehê biryara berdana Abdullah Zeydan da û di ser re 2 saet derbas nebûn dozger îtîraz kir û hevalê me nehat berdan. Ev yek nîşan dide ka hiqûq çawa tê bikaranîn. Ji bo berjewendiyên AKP'ê çi karî dike nîşan dide. Em vê biryarê şermezar dikin.  
 
Li Tirkiye û Kurdistanê em têkoşînê bilind dikin
 
Ev meh meha Mijdarê wek meha tekoşîna jinan e. 25'ê Mijdarê ji bo tundiya li ser jinan di qada navneteweyî de bê rexnekirin jin li hemberî vê nerazîbûna xwe li her derê dinyayê li dar dixin. Em jî li Tirkiye û Kurdistanê wekî Meclisa Jinan ya HDP'ê li hemberî tundiya zilam û dewletê serî hildidin. Me di 26'ê Cotmehê de starta vê yekê da. Em ê li gelek deverên Tirkiye û Kurdistanê çalakî, meş û panelên jinan li dar bixin. Ji ber ku îsal taybetmendiya 25'ê Mijdarê heye. Ev taybetmendî ew e ku hem li Rojava, hem li Tirkiyeyê hem li Kurdistanê, AKP dixwaze hemû destkeftiyên jinan binpê bike, ji hole rake. Jinan wek kole di nav malê de bihêle. Li her derê qirkirina jinan pêş dikeve. Bi rêbazên DAIŞ'ê ev yek pêk tên.  
 
Êdî qêrina jinan tenê ji bo jiyanê ye
 
Li Erxeniyê jinek bi navê Ummu Yilmaz ji aliyê hevserê xwe ve hate şewitandin. Dîsa Emîne Polat li ber çavên her kesî ji aliyê hevserê xwe ve hate kêrkirin û hate qetilkirin. Qêrîna Emîne tenê ew bû ku digot ez dixwazim bijîm. Êdi em hatine şert û mercên wisa ku jin nabêjin "em bixebitin, azad bibin", dibêjin "em tenê dixwazin bijîn". Jin êdî bangewaziya jiyanê dikin li her kesî êdî tundî hatiye asteke bilind. AKP-MHP jî çawa ku neyartiya gelan dike ewqas bi zimanekî mêrane li hemberî serkeftinên jinan li her derê ava kirin.  
 
Zagona efûkirina tecawizkarê zarokan tînin Meclisê 

Di demeke kurt de dê zagonek were Meclisê.  Dixwazin ku kesên zarokê biçûk tecawiz kirine, efû bikin. Navê vê pêşnûmeyê efûkirina tecawizkarên zarokan e. Sûcên li hemberî zarokan li hemberî jinan her ku diçe, zêde dibe. Ew jî girêdayî vê siyasetê ye. Dixwazin zarokan bi piçûkî bizewicînin. Ev wekî siyaseta AKP'ê derdikeve pêş. Dixwazin Meclisê jî di vî warî de bixebitînin, çi pêwist be derxin û tundiya li ser jinê her ku diçe zêde bikin. Em wekî Meclisa Jinan ya  HDP'ê û TJA berwedaneke xwe mezin dikin. Êrişî vê yekê jî dikin. Endamên TJA'yê li Wanê hatin binçavkirin. Em bang dikin ku hevalên me bên berdan. Ji têkoşîna jinan netirsin, jin têkoşîna azadiyê dimeşînin. 15 hevalên me hîn di bin çavan de ne. Em dixwazin ku ev qirkirina siyasî bê rawestandin. Li hemberî van polîtîka û êrişan em vê mehê wekî meha şoreş û têkoşîne bi nav dikin. Em ê bi çalakiyên xwe, bi siyaseta  xwe van politikayan vala derxin.

 

2 Mijdar 2019