Têkoşîna li dijî tarîtî û hovîtiya DAIŞ’ê didome: 1’ê Mijdarê Roja Kobanî ya Cîhanê pîroz be!

Daxuyaniya Lijneya me ya Rêvebirina Navendî: 

Gelê Kobaniyê 6 sal berê, li ber tirs û barbariya DAIŞ’ê xwe, nasnameya xwe, siberoja xwe û nirxên azadiyê yên mirovahiyê parast û 133 rojan, li hemberî wê hovîtiyê berxwedaneke bêhempa nîşan da. DAIŞ’a artêşa qatil û nemerdan a ku ji aliyê hêzên cîhanê û dewletên derûdor ve dihat parastin, li Kobaniyê têk çû. Berxwedana li Kobaniyê derkete meydanê, hêza DAIŞ’ê şikand û ew ber bi têkçûne ve bir. 

6 sal berê hemû gelên cîhanê bûn şahidê berxwedaneke bêhempa ya jinên Kurd û ciwanên Kurd; parastina nirxên mirovî û dilsoziyê bi çavên serê xwe dîtin. Ev roja ku rûmeta mirovahiyê hat parastin, bi serpereştî û bangewaziya xelatgirên Xelata Aştiyê ya Nobelê, bi akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar û rêxistinên civaka sivîl û demokratîk, 1’ê Mijdara 2014’an de wek Roja Kobaniyê ya Cîhanê hat îlankirin. Li her aliyê cîhanê, gelan piştgirî û piştevaniya Kobaniyê kirin û rabûne ser piyan. Em wek HDP, di 6’emîn salvegera wê rojê de, ruhê berxwedana enternasyonal ê li dijî tarîtiya DAIŞ’ê hatî dayîn û mizgîniya siberojeke ronî bexşî temamî cîhanê kiriye silav dikin.

Di sala 2014’an de li Kobaniyê şerê azadî û barbariyê, ronahî û tarîtiyê, demokrasî û zordariyê qewimî. Ew roj, di şexsê DAIŞ’ê de barbarî, tarîtî û zordarî têk çû, azadî, ronahî û demokrasî bi ser ket. Lê em dibînin ku îro jî zihniyeta DAIŞ’ê hîn jî didome. Ev têkoşîna dîrokî hîn jî bi dawî nebûye. Berxwedana Kobaniyê jî, palpiştî û piştevaniya li dor wê hatî avakirin îro jî didome û zihniyeta barbar ya DAIŞ’ê hîn jî bi temamî xelas nebûye. Ew zihniyeta tarî îro jî li her derê êrişî hemû nirxên mirovahiyê û fikra azadiyê dike. Lêpirsîn û doza Kobaniyê ya 6 sal şûnde hate destpêkirin ya li dijî partiya me jî, wek me berê jî gotibû, lêpirsîn û dozeke tolhildanê ye ku serkeftina Kobaniyê hedef digire. 

Bi serfiraziya Kobaniyê, mirazê kesên ku digotin “Kobanî dikeve, wê bikeve” di çavên wan de ma. Çimkî şoreşa Kobanî-Rojava, îro li hemberî wê zihniyetê bûye panjehra şerê navxweyî ya gelan, dînan û baweriyan. Kobanî riya wekhevî, biratî û demokrasiyê ya hemû gelan û baweriyan e. Ev rê îro jî ji bo hemû gelên cîhanê bûye îlhama azadiyê. Çimkî şoreşa Kobaniyê şoreşa jinan e ku bi pêşengiya jinan desthilatiya mêran a hov tarûmar kir. Jinên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve li bazarên koleyan dihatin firotin, ew zihniyet têkşikandin û li Kobaniyê û li Rojava serpereştiya jiyaneke nû kirin. Li Kobaniyê sîstema hevserokatiyê, Wezareta Jinê, Jînwar, Komûnên Jinan û Kooperatîfên Jinan, destkeftiyên jinan bûn û zihniyeta mêran têk bir.

Ruhê Kobaniyê û awaza heqîqetê ya ji Kobaniyê bilind bûbû wek doh îro jî neguheriye: Hûn çiqas êriş bikin hûn ê ewqas wenda bikin. Gel wê li hemberî zihniyeta DAIŞ’ê û hevkar û piştevanên wê têkoşîna xwe bi bawerî bidomînin. Mirovahî wê tu carî dev ji destkeftiyên xwe û nirxên xwe yên bingehîn bernede û azadiya xwe biparêze. Di vê sedsalê de cihê zihniyeta faşîst û zordar nîne û ew hişmendî dê bi her awayî têk biçe.

Partiya me di vê têkoşîna rûmetê de, her dem wê li hemberî tarîtiya DAIŞ’ê, piştgiriya kesên ku ronahî, azadî û demokrasiyê diparêzin bike. Bi vê berpirsyariya, em ê her tim piştevaniya wî ruhî bikin û meşa xwe bi bawerî bidomînin.

Bi vê mebestê, em cardin 1’ê Mijdarê Roja Kobanî ya Cîhanê pîroz dikin. Em banga bilindkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê li gelê Kurd, li dostên gelê Kurd û li temamî azadîxwazan dikin.

 

Partiya Demokratîk a Gelan

Lijneya Rêvebirina Navendî

1 Mijdar 2020