Temel: Em çi dikin bikin, divê em vê tecrîdê bişikînin

Cîgirê Hevserokê me yê Giştî Tayîp Temel li Wanê bi kedkar û siyasetmedarên Kurd re civînek pêk anî. Temel di civînê de axivî û wiha got:

Bi êrişa li hemberî Başûrê Kurdistanê, dixwazin gelê Kurd bênefes bihêlin

Gelê Kurd di demeke krîtik û dijwar re derbas dibe. Gelê Kurd îro di pêvajoya man û nemanê re derbas dibe. Li hemberî têkoşerên gelê Kurd hemû cure şerê qirêj tê meşandin. Desthilatdariya AKP û MHP'ê ji bo tesfiyekirina gelê Kurd ji aliyê dewletê ve hate avakirin. Ji bo ku vê yekê bibin serî ji çar alî ve êrişî gelê Kurd û Kurdistanê dikin. Bi êrişa li hemberî Başûrê Kurdistanê, dixwazin gelê Kurd bênefes bihêlin. Di 19’ê mehê de bi êrişa mezin, armanc ew e ku gelê Kurd bêmaf û bêhiqûq bihêlin. 

Tecrîda li ser Ocalan tê meşandin, li hemberî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê tê meşandin

Ev hemû êrîş hûn dizanin bi tecrîda li ser rêber Ocalan dest pê kir. Dema li Îmraliyê tecrîd hat pêşxistin, wê demê jî me got, niha jî em dubare dikin. Ev tecrîda ku li ser Ocalan tê meşandin esas şerekî mezin e ku li hemberî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê tê meşandin. Niha hûn jî dibihîzin li vî welatî berxwedana herî mezin li Îmraliyê pêş dikeve. Zilm û zordariya herî mezin li Îmraliyê tê meşandin. Rêberê gelekî 21 meh in yek agahî yek xeber derheqê tenduristiya wî de, derbarê rewşa wan de agahiyeke biçûk negihîştiye destê me, destê siyasetê, negihiştiye destê tu sazî û dezgehan. Niha em nizanin li Îmraliyê birêz Ocalan û girtiyên din çi dijîn. Derheqê tenduristiya wan û jiyana wan de fikarên gelê Kurd her diçe zêde dibe. CPT berî mehekê hevdîtinek li Îmraliyê bi pêş ve bir. Em ji gelek çavkaniyan hîn bûn ku birêz Ocalan derneketiye hevdîtinê. Ev tê wê maneyê ku CPT jî agahî ji rêzdar Ocalan negirtiye. Sazî û dezgehên gelê Kurd, saziyên sosyalîst û demokrat em hemû di fikar û meraqeke mezin de ne ji bo tenduristiya birêz Ocalan. 

Em çi dikin bikin, divê em vê tecrîdê bişikînin

Tecrîd tê wê maneyê ku îradeya gelekî tê îzolekirin, jibîrkirin. Eger em bînin bîra xwe birêz Ocalan dema ku têkoşîn ji bo gelê Kurd da destpêkirin înkara li ser gelê Kurd wekî sedem dît. Ji ciwaniyê heya îro ev têkoşînê ji bo gelê Kurd dewam kir. Armanca Ocalan azadiya gelê Kurd bû. Îro jî em wekî sazî û dezgehên Kurdistanê û demokrasiya Tirkiyeyê, peyvira me ew e ku em azadiya birêz Ocalan pêk bînin. Ev sazî û dezgeh deyndar in ku li hemberî tecrîdê têkoşînê bimeşînin. Em deyndar in ku em çi dikin bikin, divê em vê tecrîdê bişikînin. Riyeke din, rewşeke din nayê qebûlkirin. Duh dest pê kir wê her roj bidome. Komek parlamenterên HDP’ê ji bo ku ev dewlet, Wezareta Dadê peyvira xwe pêk bîne nobeta edaletê da destpêkirin. Yanî li vî welatî ji bo hiqûk pêk bê me nobeta edelet û hiqûqê da destpêkirin.

Baskê desthilatdariyê, dixwazin bi hilbijartinê faşîzmê bi pêş bixin

Mijareke din jî heye. Niha em ber bi hilbijartinê ve diçin. Rojeveke me ya din jî hilbijartin e. Di dîroka Tirkiyeyê de hilbijartineke evqas giring nebû. An Tirkiye wê ber bi tariyeke bêsînor, bêdawî ve biçe an jî dê deriyeke ronahiyê li pêşiya Tirkiyeyê vebe. Me her tim got hilbijartinên dîrokî lê ev hilbijartin ji wan cudatir û giringtir in. Niha hin derdor hesaban dikin. Baskê desthilatdariyê, dixwazin faşîzmê bi pêş bixin. Di axaftin û lûxata wan de tenê mirin, kolekirin, înkar û îmha heye. Ev jî faşîzma AKP û MHP'ê ye. Em ê di hilbijartinê de helbet hesabê ji wan bipirsin. 

Yên ku azadiya gelê Kurd diparêzin Tifaqa Ked û Azadiyê ye

Lê tiştekî din jî aliyekî din jî heye ku dîsa Kurdan li gorî berjewendiyên xwe yên rojane bikin amûr. Em eşkere dibêjin, gelê Kurd sazî û dezgehê Kurdistanê di tu enî û beşên ku pirsgirêka Kurd çareser neke de cih nagire. Yên ku azadiya gelê Kurd diparêzin tifaqa Ked û Azadiyê ye. Em ê tifaqa xwe ya bi hêzen demokrasiya Tirkiyeyê re mezin bikin, tifaqa xwe ya Kurdistanê jî ber bi sazî û dezgehan ve mezin bikin. Em ê xeta xwe, riya xwe, têkoşîna xwe mezintir bikin. Wê demê wê bibînin ka hêza gelê Kurd çi ye hesabê ji kê dipirse. Ne mirin ne jî ta, gelê Kurd dê azadiyê biparêze. Wê azadiyê pêk bîne. Tu kes divê gelê Kurd wekî potansiyeleke dengan nebîne. Gelê Kurd xwedî îrade ye. Gelê Kurd di têkoşîna 40 salî de bi dehan desthilatdariyên xwînmêj yên çete yên ku şerê taybet dimeşîne avêtine derveyî siyasetê û bi têkoşîna xwe tesfiye kiriye. Gelê Kurd dê desthilatdariya AKP’ê jî tasfiye bike, têk bibe, dê riyeke nû ji têkoşîna azadiyê re veke. Em bi hêz in, divê tu kes ji vê guman neke. 

Ji 7 salî heta 70 salî em ê azadiyê bi pêş bixin

Ji 7 salî heya 70 salî bê fikarên şexsî, bê hesabên komî û takekesî em têkoşîna xwe di her astê de bikin yek, yekîtiya xwe ya siyasî û şoreşgerî pêk bînin, yekîtiya neteweyî pêk bînin. Em hesabê ji vê faşîzma rûreş bipirsin, azadiya Ocalan û azadiya gelê Kurd pêk bînin.

22 Kanûn 2022