Temel: Hêza me AKP anî ber derê me

Berpirsê Komîsyona me ya Çapemeniyê û Cîgirê Hevserokê me yê Giştî Tayîp Temel ji Xwebûnê re axivî:

Li Tirkiyeyê pêvajoya hilbijartinê nêz dibe û partiyên siyasî jî li gorî vê pêvajoyê amadekariyên xwe yên ji bo hilbijartinê leztir dikin. Heta niha ji bo hilbijartinê 3 tifaq hatine ragihandin. Lê tu tifaq jî nikare bi tena serê xwe di hilbijartina Serokkomariyê de bi ser bikeve. Ji bo vê jî tifaqa Cûmhûr û tifaqa Millet hewceyiya wan bi piştgiriya HDP’ê hene. Tevî vê rewşê jî herdu tifaq HDP’ê “terorîze” dikin û li dijî hev bi kar tînin.

Tifaqa AKP-MHP’ê piştî demeke dirêj ku HDP’ê “terorîze” kir û muxalefetê bi têkilî danîna bi HDP’ê re sûcdar dike, bi hinceta guhertina Destûra Bingehîn bi HDP’ê re hevdîtin pêk anî.  Di 2’yê mijdarê de Wezîrê Edaletê yê AKP’ê Bekîr Bozdag bi heyeteke pê re serdana serokwekîlên Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Olûç kir û bi wan re hevdîtinek pêk anî. Ev hevdîtin di rojevê de gelek cih girt û gelek nirxandin û nîqaş li ser tên kirin.

‘Ji dek û dolabên xwe venagerin’

Alîkarê hevserokê giştî yê HDP’ê Tayîp Temel der barê vê mijarê û hilbijartinê de ji rojnameya me re axivî û nirxandinên girîng kirin. Tayîp Temel, diyar kir ku ji ber pergala komarê dikeve sedsaliya xwe ew hilbijartinê girîng dibînin û wiha got: “Têkoşîna me didome û çi dibe bila bibe gelê kurd û gelê Tirkiyeyê nêzikî azadiyê ne. Gelê kurd û partiya me di vê hilbijartinê de xwediyê roleke stratejîk e. Mifte di destê me de ye. Ev rastî ji aliyê hemû derdoran ve tê dîtin. Lê dixwazin vê rastiyê berovajî bikin. Heya niha hewldan ku partiya me tasfiye bikin, gelê me bikişînin ser xeta xwe. Lê biser neketin. Dîsa jî ji dek û dolabên xwe nagerin. Ji bo çavxapandinê dixwazin hêviyê pûç ava bikin. Gelê me van rastiyan dibine û partiya me bihêze ku van lîstikan vala derxe.”

Temel, destnîşan kir ku partiya wan ne hewcedarê nêzikbûna tu aliyên siyasî yên pergalê ye û ev tişt got: “Ew muxtacî me ne. Her hêzek siyasî dizane ku nêzikê HDP’ê bibe dê nêzikê demokrasiyê bibe û neçar bimîne ku biguhere. Ji ber dijberiya xwe ya qedîm a kurdan ji me dûr disekinin. Ji bo me pirsgirêk nîne, em di xeta sêyemîn de meşa xwe didomîn in. Rastî nêzîkî me ye, civak nêzîkî me ye, têkoşêr û berxwedêr nêzîkî me ne ev yek jî bese ji bo me.”

Cihê xwe diyar dikin!

Ji bo sûcdariyên desthilata AKP-MHP’ê yên mîna HDP di bin maseyê de bi CHP’ê re têkilî datîne jî Temel, bi lêv kir ku kesên ku wan di bin û li ser maseyan û derdora partiyên din digerin bila xwe newestînin, heke dixwazin wan bibînin bila li qadên berxwedanê binêrin û wiha pêde çû: “Em li qadan e, di nav civakê de ne, di refên berxwedanê de ne. Em lingê mesayên wan ê pûç û erzan nînin. Em stûna vî welatî ne. Yên ku me bi aligiriya filan partiyê bêvan hêzê tewambar dikin cihê xwe diyar dikin û nîşan dikin. Ji ber ku derdê me çareserî ye, em siyasetê weke amûreke çareseriyê dibînin û ji tu hevdîtin û muzakereyan narevin.”

Temel, der barê hevdîtina AKP’ê ya bi partiya wan re jî ev tişt gotin: “Divê hemû hêzên siyasî bikaribin bi hevdû re hevdîtinan bikin. Lê bi salan e AKP-MHP partiya me krîminalize dikin, hêzên din bi têkiliya partiya me sûcdar dikin û wan jî krîminalize dikin. Lê dema hewce bike ew bi xwe jî bi partiya me re hevdîtinan dike. Ev ji bo AKP’ê durûtiyek e. Lê bi ya min di vê mijarê de ji helwesta AKP’ê zêdetir helwesta mûxalefetê mijara rexneyê ye. Ji bo ku ji rexneyên AKP’ê birevin nikarin siyasetê bimeşînin. Lê di mijara pirsgirêka kurd de careke din derket holê cûdahiya herdu hêzên serdest ji hev tuneye. Ji ber ku siyaseta Tirkiyeyê ji aliyê nijarperestan ve dîl hatiye girtin, piştî vê mijarê MHP û ÎYÎ Partî rol guherandin.”

‘Em ê bibin hêzeke girîng’

Di axaftina xwe de Temel bal kişand ser avakirina Tifaqa Ked û Azadiyê jî der barê mijarê de ev nirxandinên kirin: “Ev tifaq ne tenê bi pêşengtiya me hate avakirin ne jî tenê di salonan de li ser maseyê hate avakirin. Ev tifaq li qadan û kolanan di yekitiya têkoşînê de hate avakirin. Heta niha di Newroz û 1’ê Gulanan de em bi hemû partiyên ku di tifaqê de cih digirin re bi hev re bûn. Niha di warê siyasî de ev yekitî hate avakirin. Bingeha vê tifaqê kurd, elewî, misliman, baweriyên qedexe, maf û azadî, ked, jin, ciwan in. Lewma em dixwazin ku vê tifaqê mezintir û berfirehtir bikin. Her wiha em ê bi partiyên kurdistanî re jî tifaqeke berfirehtir ava bikin. Em ê bi tifaqên xwe û bi rêxistina xwe çareseriyê biafirînin.”

Temel, di dawiya axaftina xwe de ji bo doza girtina partiya wan û amadekariyên wan ên hilbijartinê jî ev agahî dan: “Partiya me li gor hemû senaryoyan amedekariya xwe kiriye û em ji her demê zêdetir bi hêz in. Ji ber vê hêza me ye ku yên dixwazin partiya me bigirin û me tasfiye bikin neçar dimînin tên ber derê me. Çend dek û dolabên wan hebin jî ji wê zêdetir rêbaz, hêz û zanebûna me heye. Di hilbijartinên parlamentoyê de em ê bi hêzek mezin bikevin parlamentoyê. Em ê bi tifaqên xwe re di parlamentoyê de bibin hezeke girîng. Di hilbijartina serokomariyê de jî me dest bi diyarkirina namzetê xwe kir. Bila ji gelê me re bi xêr be.”

14 Mijdar 2022