
Parlementeriya Hevseroka me ya Giştî Birêz Fîgen Yuksekdag, ji nişka ve hat betalkirin. Em vê yekê qebûl nakin. Careke din hikmê Qanûna Bingehîn hat binpêkirin û parlementeriya Hevseroka me hat betalkirin. Ev biryar ji aliyê Hikûmetê ve hatiye wergirtin û biryareke siyasî ye, lê jê re qilfekê huqûqî hatiye çêkirin.
Erdogan û Hikûmeta AKPê, tengavbûna xwe ya siyasî, qeyrana civakî û aborî, dixwaze ku bi binpêkirina huqûqê û bi êrîşkirina li partiya me ya HDPê, biqelibîne. Erdogan û AKP baş têgehişt ku nikare di vê atmosfera qeyranê de û di referandûmê de bi ser bikeve, lewma dîsa rêbazên kirêt ên berê bi kar tîne. Ev feraseta wan a ku her muameleyên derqanûnî rewa dibîne, ji niha ve amadekariya nîzama derqanûnî ya piştî referandûmê dike.
Piştî rakirina parêzbendiyên parlementerên me û îxlalkirina Qanûna Bingehîn, parlementerên me hatin girtin û Hikûmet niha jî gavekê pêştir diavêje û parlementeriya Hevseroka me ya Giştî betal dile û îradeya gel binpê dike. Ev tiştekî derqanûnî ye û nayê qebûlkirin. Em bang li Serokatiya Meclisê dikin û divê demildest ji vî halê derqanûnî vegerin û van xeletiyan telafî bikin.
Betalkirina parlementeriya Hevseroka me ya Giştî Fîgen Yuksekdag, hemleyek e û dixwazin ku bi vê yekê di referandûmê de me û gelên me çavtirsî bikin û bitoqînin.Me heta niha ji ber van êrîşan, ti carî çong veneda û serî netewand. Bi rik û enyad, li dijî ewên ku dixwazin zext û zorê li me bikin, me derdest bikin û bigirin, em ê her bibêjin “NA”. Wek Hevseroka me ya Giştî Fîgen Yuksekdag dibêje “Em ê dîsa jî ti carî teslîm nebin, em ê bibin derd û keder û naletiya desthilatiya derbe û dîktayê û wan têk bibin” û em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê teqez bi ser kevin.
Partiya Demokratîk a Gelan
Lijneya Rêvebirina Navendî
21 Sibat 2017