
Pratîkên keyfî, bêqanûnî û li dijî rêgezên demokrasiyê her ku diçe normalîze dibe û îro gaveke din ji aliyê Hikûmetê ve hate avêtin. Hikûmeta AKPê îradeya siyasî ya gelê Amedê binpê kir û Hevşaredar Gultan Kişanak û Firat Anli, yên ku ji aliyê bi hezaran kesî ve hatibûn hilbijartin avête girtîgehê û bi ser de qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tayîn kir.
Hikûmeta AKPê û Erdogan, kesên hilbijartî diavêje girtîgehan û li şûna wan rêveberan tayîn dike. Em van tayînkirinan hem wek hiqûqî û hem jî wek siyasî nas nakin û qebûl nakin. Derbeya qeyûman a ku xwe dispêre OHALê (rewşa awarte) û KHKyan (Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de) çopandin û binpêkirina îradeya gel e.
Em careke din bi aşkere dibêjin ku, tanzîmkirina qeyûman, li dijî gellek xalên Makeqanûna cuntayê, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, Şerta Xweseriyê ya Rêveberiyên Herêmî, gellek peymanên navdewletî yên demokratîk, hiqûqa navnetewî û mafên mirovan ên bingehîn, ên ku Tirkiyeyê bi xwe jî qebûl kirî ye.
Ti hikmê vê vesazkirina bêqanûnî ya ku îradeya gel nas nake û rêveberên hilbijartî û saziyan, bêfonksiyon dike, ji bo dilsozên demokrasî û dadmendan nîn e.
Partiya Demokratîk a Gelan
Lijneya Rêvebirina Navendî
1 Mijdar 2016