Wê desthilata we ya nijdevan winda bike û têkoşîna me ya azadiya jinan qezenc bike

Encamnameya civîna serdema navber a Lijneya me ya Jinan a Rêveberiyên Herêmî:

Polîtîkaya zext û tirsandinê ya desthilata AKP-MHP'ê ya li dijî jinên kurd, bi binçavkirin û girtinan veguherî tundiya siyasî û darazî ya li ser jinan. Ev desthilata ku bi destê qeyûman nikare têkoşîn û destkeftiyên jinên kurd ji holê rake, hewl dide binçavkirin û girtinan asayî bike. Tundiya siyasî ya li dijî TJA’yê tundiya siyasî ya li dijî tevger û têkoşîna jinan a li tevahiya Tirkiyeyê ye. Cudakarî û tundiya li ser jinan a ji aliyê hikûmetê ve xwe weke rejîm nîşan dide. Weke jinên hilbijartî gelek caran operasyonên binçavkirinê li dijî me pêk hatin. Lê belê me tu carî dev ji têkoşîna xwe berneda û em ê dev jê jî bernedin.

Em dizanin ev feraseta ku vîna me bi qeyûman desteser dike ji têkoşîna jinan ditirse û ji ber vê yekê ber bi hilbijartinan ve tundiya li ser jinan a zêde dike. Tifaqa we ya bi serdestiya mêr, feraseta we ya nişdevan û talanker wê winda bike û têkoşîna me ya azadiya jinê qezenc bike.

Di civîna ku me li dar xist de xebatên me yên piştî konferansa me di 25’ê îlona 2021’an de li Enqerê li dar xist û heta niha hatin nirxandin, li ser xeta me ya têkoşînê nîqaş hatin kirin û careke din hate destnîşankirin bêyî nunertiya jinan ne pêkan e ku di pergala rêveberiyên herêmî de demokratîkbûn hebe. Siyaseta bê jin an jî siyasetek ku jin têde ne kirde be nikare civakî bibe û ji bo me jinan jî ne rewa ye.

Em li her derê ne, ji ber vê em ê civakbûna pergala xwe ya hevserokatiyê pêk bînin

Li dijî vê rejîma dijminê kurd û jinan li her derê em ê dv ji avakirin û parastina pergala xwe ya azadiya jinê bernedin. Hevserokatî, pergala demokratîk a nûnertiya vîna jinan a rêxistinkirî û tevlîbûna jinan a mekanîzmayên biryardariyê ye. Bi tayînkirina qeyûman re pergala me ya hevserokatiyê hate hedefgirtin û hewl hat dayîn ku ji holê bê rakirin. Em diyar dikin ku sazîbûn û civakîbûna nûnertiya wekhev û hevserokatiyê erk û xeta me ya herî girîng a têkoşînê ye. Ji bo ku ji nû ve rêveberiyên herêmî yên demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê diparêzin bên avakirin di nîqaşên me de biryar hat dayîn ku li dijî hemû hêzên dijberî jinan û civakê têkoşîn bê dayîn.

Em ê modela xwe ya rêveberiyên herêmî ya li dijî qeyûman azadiya jinên diparêze li her derê û bi her kesî re parve bikin.

Di vê pêvajoya ku hilbijartin, şer, her cure zext, kuştinên jinan zêde dibin, talankirin, nelirêtî û xizanî di rojevê de ye de em li dijî AKP-MHP’ê ku destkeftiyên jinan xesp dikin û her cure tifaqên zilaman, ji bo avakirina civakek azad û wekhev dixebitin. Têkoşîn û biryardariya me jinan hêviyê mezin dike. Em ê bi tecrube û zanînên xwe yên berê di rêveberiyên herêmî de xeta têkoşînê ya hevpar ava bikin. Parvekirina tecrubeyên xwe bi hemû jinan re di nava xebatên me yên avakirinê de ye, her wiha rûxandina wesayetan û parastina modela xwe ya azadiyê ya jinan a li hemberî wan di nav xebatên me de ye. Bi qasî teşhîrkirina texrîbatên qeyûman û parastina modela me ya azadiya jinê ya li dijî qeyûman, parvekirina tecrubeyên xwe yên bi hemû jinan re jî di nav xebatên me yên avakirinê de ne. 

Em ê “stratejiya xwe ya jinûve avakirinê” li ser esasê parastin, jinûve birêxistinkirin û bilindkirina destkeftiyên jinan esas bigirin.

Em jin dixwazin bidin diyarkirin ku gotina “Jin, Jiyan, Azadî” bi qasî ku ji bo têkoşîna jinan a li Rojhilata Navîn û cîhanê motivasyona berxwedan û hevgirtinê ye fikreke jî. Ev fikr, weke demokrasiya herêmî li Rojava civakeke wekhev û azadiya jinê diparêze ava dike. Li Îranê, li dijî rejîma dijminê jinan serhildana demokratîkbûnê û civakîbûna têkoşîna jinan pêk aniye. Rastî ew e ku; bi azadbûna jinê re civak azad dibe, bi serkeftina jinê re gel jî bi ser dikeve. Hemû cîhan vê dibîne. Ji ber ku tifaqa AKP-MHP'ê bûye rejîma zextê û şer, qeyûman tayînî şaredariyên HDP’ê dike û dixwaze modela azadiya jinê têk bibe û jin û gelê kurd bê statu û vîn bihêle. Ev feraset gelên Tirkiyeyê jî bêparastin dihêle.

Weke jin di pêvajoya pêş de em ê “stratejiya xwe ya jinûve avakirinê” li ser parastin, birêxistinkirin û bilindkirina deskeftiyên jinan ava bikin. Hemû hilbijartiyên me wê di vê mijarê de bikevin pêvajoyeke ked û lêhûrbûnê. Bi deklerasyona xwe ya jinûve avakirinê em ê biryardarî û çawabûna rêxistinbûna xwe ya têkoşîn bi hemû jinan re parve bikin. Tev bi hev re em ê li dijî texrîbatan bibin rêya çareseriyê ya wekhevî, azadî û hêviyê.

Jin, Jiyan, Azadî

Lijneya Jinan a Rêveberiyên Herêmî

3 Kanûn 2022