Amed Newrozu Öcalan’a, Kürtçeye ve Kürtlere özgürlük referandumuna dönüştü

Bütün engelleme ve saldırılara rağmen, Amed Newroz alanı son yılların en kalabalık, coşkulu ve görkemli kutlamasına sahne oldu:

Bugün Diyarbakır başta olmak üzere Ağrı, Siirt, Kars, Muş ve Cizre’nin aralarında olduğu 14 merkezde Newroz kutlamaları gerçekleştirildi. 15 Mart’tan bu yana yapılan Newroz kutlamalarının finali niteliğinde olan Amed Newroz kutlamasına Eş Genel Başkanımız Pervin Buldan, DTK Eşbaşkanı Berdan Öztürk, DBP Eş Genel Başkanı Saliha Aydeniz, Kürt siyasetçi Ahmet Türk, Azadî Partisi Genel Başkanı Ayetullah Aşitî ve Kürdistani ittifak partilerinin temsilcileri ile çok sayıda yabancı delegasyon katıldı. Kemal Kurkut’un anmasının yapıldığı Newroz kutlamasına polis sık sık müdahale etti. Özellikle arama kapılarında ulusal kıyafetler gerekçe gösterilerek uzun süre kitlenin alana girmesine izin verilmedi. Buna rağmen Amed Newroz alanı son yılların en kalabalık, coşkulu ve görkemli kutlamasına sahne oldu. 

Sahnede yapılan Kürtçe ve Türkçe konuşmalarda birlik mesajı verilirken, Kürdistani ittifak adına Kürtlerin özgürlüğü, anadili özgürlüğü ve Öcalan’ın özgürlüğüne ilişkin soru soruldu. Sorulan bütün sorulara kitle hep bir ağızdan özgürlük istediğini, anadilinde eğitim ve Öcalan’a özgürlük isteğinde bulunarak cevap verdi. Amed Newroz’undan konuşmalar şöyle: 

Serokê Komîteya Amadekar a Amedê Zeyyat Ceylan: Em minetdarê Ameda rengîn in

Li ser navê komîteya amadekar em we bi rêzdarî û bi hezkirin silav dikin. Bi ruhê Zekiyeyan, bi ruhê Kawayê hemdem, bi ruhê Kawayê Hesinkar, bi ruhê Rehşanan Newroza me pîroz be!

Ji Amedê em Newroza Qamişloyê, Newroza Mehabadê, Newroza Hewlêrê pîroz dikin. Ji her çar aliyê Kurdistanê re silavên xwe dişînin. Newroz xwebûn e, Newroz li hember zilmê sekn e. Her ku li ser vê axê zilm hebe em ê bibin Newroz. Amed bi xwe dîrok e, Amed bi xwe berxwedan e, Amed bi xwe nasname ye. Em minetdarê Ameda rengîn in, em minetdarê vê dîmenê ne. Her bijî Amed! Yên ku dibêjin em ê îradeya Kurdan bişikînin, yên ku dibêjin em ê îradeya siyaseta demokratîk bişikînin va ye Amed, kes nikare îradeya Kurdan bişikîne. Kes nikare îradeya Amedê bişikîne. Silav li tevahiya zindanan, Newroza zindanan pîroz be! 

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk: Newroza Kurdan berxwedan e

Gelê me yê hêja, gelê Amedê, Ameda rengîn silav û rêz, silav û hurmet ji we re. em dizanin jin û dayikên hêja, ciwanên têkoşîna azadiyê ji bo pêşeroja gelê Kurd û azadiyê her dem li ser piyan e. Zilm û zora dewletê çiqas li ser me hebe jî em Kurd her dem li ser lingan in û ji bo pêşeroja xwe her dem dixebitin. Em spas dikin ji gelê xwe re. Em spas dikin ji gelê xwe re, ji têkoşîna we re. Newroz rojeke biharê ye. Newroz li hemû Rojhilata Navîn û Qefqasyayê tê pîrozkirin lê Newroza Kurdan bi taybet berxwedan e. Berxwedana gelê me ye. Em baş dizanin ew dixwazin dengê gelê Kurd bibirin lê bila ew baş bizanin dengê gelê Kurd roj bi roj bilind dibe. Îro li ser siyasetmedarên Kurdan bi rastî jî gelek zilm û zehmetî û astengî  tê meşandin. Bi hezaran siyasetmedarên Kurd îro di zindanan de ne. Lê em dizanin siyasetmedarên me li zindanan jî îro li Newroza Amedê guhdar in. Em ji vir silavên xwe ji girtiyan re dişînin. Em baş dizanin tecrîdek li ser gelê me tê meşandin. Li ser Birêz Ocalan 4-5 sal in tecrîdeke mezin tê meşandin. Em dibêjin gelê Kurd dê siyaseta ku hûn dimeşînin têk bibe. Hevala min a delal Aysel Tugluk nexweş e. Lê îro di vî halî de jî di zindanê de ye. Mirovahi û exlaq û tu tiştek nemaye. Gerek Aysel Tugluk bê berdan. 

Amed Newroz'undan Kürt siyasetçilerine sesleniyorum: Birleşmeseniz tarih de Kürt halkı da sizi affetmeyecek

Değişen bir dünya var. Dünyada yeni düzenlerin oluştuğu bir süreçten geçiyoruz. Bugün Rusya ve Ukrayna savaşı bizim ders çıkarmamız gereken bir savaş. Bugün Ukrayna'da geçmişte birbiriyle mücadele eden seçimlerde karşı karşıya gelen bütün liderler birlik ve beraberlik içinde Rusya'ya karşı savaş vermektedir. Kürtler üzerinde bu coğrafyada büyük baskılar olmasına rağmen Kürt siyasetçiler dört parçada birbiriyle uzlaşmaz bir noktada. Biz buradan Amed Newroz'undan dört parçanın siyasetçilerine sesleniyoruz. Artık bir araya gelme ve ortak bir hukuk oluşturma zamanıdır. Sizler bu şekilde davranırsanız tarih ve Kürt halkı sizi affetmeyecektir. Bu nedenle yeni döneme uygun siyasetin üretilmesi, demokratik bir siyasetin güçlendirilmesi ve ortak değerler etrafında halkımızın buluşması gerekiyor. Şuna inanmanızı istiyorum; bu iktidar gidicidir, gidecek. Ama bizler var olacağız, bizler hakkımızı, hukukumuzu elde edeceğiz, sonuna kadar mücadele edeceğiz. Ez dibêjim serkeftin ji gelê me re. Silav û rêz ji we re, Newroza we pîroz be.

Bi milyonan kesî azadiya Ocalan, azadiya ziman û Kurdistanê erê kir

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz: Silav Amed, silav paytexta Kurdan. Em li ser navê Tifaqa Kurdistanê dixwazin sê pirsan li we bikin. Demeke dirêj e li ser navê tifaqa Kurd û Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê em xebatekê dimeşînin. Ji bo yekîtiya Kurdan pêwîst e yekîtiya neteweyî pêk bînin. Ji bo vê jî ev demek e em bi hev re xebatekê dimeşînin. Ji bo Newrozê em dixwazin 3 pirsan li we bikin. Zimanê Kurdî qedexe ye. Em wekî Tifaqa Kurdistanê, heya ku Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdehiyê, ji dibistana seretayî heta zanîngehan em ê têbikoşin. Hûn dibêjin erê? Hûn dizanin sed sal e Komara Tirkiyeyê li ser yek zimanî yek dewletî yek olî yek miletî ava bûye. Li ser van faşîzmê dikin. Em wekî Tifaqa Kurdistanê dibêjin em ê ji bo azadiya Kurdistanê û ji bo demokrasiya Tirkiyeyê têbikoşin, hûn dibêjin erê? Hûn dizanin heps û zindan bûne malên îşkenceyê, li girtîgehan îşkence heye. Rêberê gelê Kurd Birêz Ocalan û hemû girtiyên siyasî divê azad bibin û ji bo vê divê gav bên avêtin, hûn dibêjin erê? (Her sê pirs jî bi yek dengî hatin erêkirin). Tu hêz, tu bendav, tu kes nikare vê îradeyê bişikîne. Her bijî ji we re! Çav û guhên her kesî îro li qada Amadê ye, li qada azadiyê ye. Her bijî ji we re! Newroz pîroz be! 

Ayetullah Aşitî: Yên ku zimanê me qedexe dikin tifaqa Xweda diperçiqînin

Li ser navê Tifaqa Kurdistanî dibêjim hûn hemû li ser seran li ser çavan hatin. Li ser navê Tifaqa Kurdistanî Newroza me hemûyan û Newroza we pîroz dikim. Gelî insanên bawermend gaziya Xweda û hevalê Xweda di zindîbûnê û berxwedanê de pêk bînin. Em di vê ayetê de fêm dikin ku Xweda hevalê zindbûnê û berxwedanê ye. Divê em her tim Newroza xwe pîroz bikin divê berxwedana me her tim bimeşe. Çawa ku bihar zindîbûn e, berxwedana Newroza insanan jî zindîbûna mirovan e. Dînê Îslamê ne perçiqandina tu kesî ye, her kes li ser fitrata wî ye. Bi vê armancê insanên ku zimanê Kurdî qedexe bikin, fitrata îlahî diperçiqînin. Ew nikarin bibêjin wan bawerî bi Xweda aniye. Ji ber ku di fitrata Xweda de guherîn çênabe. Xweda em ji dayikeke Kurd û li Kurdistanê anîne dinyayê, mafê kesî tuneye ku zimanê me qedexe bikin û welatê me qedexe bikin. Ji ber em insanên, bindest milletê kurd ku wekî her mileta li erdnîgariya xwe de azad bibin suneta Xwedê yekîtî ye. Yekîtiyê bi hev re pêk bînin. Hûn ji bo yekîtiya Kurdan amade ne? Hûn ji bo yekîtiya Kurdan amade ne? Hûn ji bo yekîtiya Kurdan amade ne? Yekîtiya we û Newroza we pîroz be!

DTK Eşbaşkanı Berdan Öztürk: Li qada azadiyê binêrin bê ka kê çok daniye

Merheba Amed, merheba gelê me yê berxwedêr, paytexta dilê Kurd û Kurdistanê, hûn tev li ser seran li ser çavan hatin. Newroza we pîroz be. Di destpêkê de hûn dizanin 5 sal berê li qada Newrozê li qada berxwedanê Kemal Kurkut hat qada Amedê Newrozê pîroz bike. Yên ku Kemal Kurkut qetil kir, em baş dizanin kî ne, yek bi yek di dîmenan de derket holê. Mehkeme îro dibêje polîs sûcdar nînin. Rast e belkî wî polîsî ew gule teqand lê yê sûcdar kî ye em baş dizanin. Yê sûcdar ev sîstem e, sîstema faşîst e, sîstema yekperest e, sîstema nijadperest e. Hûn ê vî hesabî bidin gelê Kurd û gelê Tirkiyeyê tevahî. Em di şexsê Kemal de hemû şehîdên Newrozê bi rêzdarî bi bîr tînin. Ez dixwazim bi we re du tiştan parve bikim, hûn baş dizanin van plansaziya wê kirin ku Amed çok danîne. Îro bila li qada Amedê, li qada azadiyê binihêrin bê ka kê çok daniye. Gelê me çok danayine erdê, gelê me ewqas qetlîam derbas kir, koçberî, zilm dît, lê gelê me zimanê xwe, nasnameya xwe, erdê xwe, rûmeta xwe diparêze. Û wan çi parast? Wan desthilatdariya xwe, faşîzma xwe, dijminatiya Kurdistanê daniye pêşiya xwe, encamên wê li holê ye, îro Newroza Amedê ewqas dereng ket sedema wê têkçûna wan e, astengî derxistin lê ciwanan, dayikan ew astengî derbas kir, hatin qada Newrozê tijî kirin, di vir de peyam dane we. 

Newroz peyama dîrokî ye, Qada Amedê her tim peyam dane. Ev qad dibêje ew rêya ku hûn diçin rêya rast nîne, hûn şaş diçin, sed sal berê hûn şaş bûn niha wê şaşiyê hûn dubare dikin. Rêberê gelê Kurd Birêz Ocalan bû dengê aştiyê, bû dengê azadiyê, bû dengê wekheviyê lê ev nehat hesabê we, wan lê nihêrî hem Kurd hem dostê Kurdan hem hêzên demokratîk roj bi roj xurt dibin. Sîstema we ya heta îro li ser dijminatiya gelê Kurd emrê xwe derbas kiriye. Dixwazin statûya gelê Kurd tune bikin. Destkeftiyên gelê Kurd dixwazin tune bikin. We çû Efrîn dagir kir, lê hûn ê ji Efrînê jî derkevin, hûn ê ji Başûrê Kurdistanê jî derkevin. Gelê me dê azad bibe. Li Bakur Kurd ê azad bibin. Kurdistaneke azad, Tirkiyeyeke demokratîk. Wekî din rê û rêbaz tuneye. Çareserî çi ye? Gelê me yê hêja me gelek caran anî ziman me got neçin ber deriyê Pûtîn lavayan nekin. Me got neçin ber deriyê Biden lavayan nekin, pêşeroja gelê Tirkiyeyê nefiroşin. 

Mifteya aştiyê, demokrasiyê û çareseriyê di destê Birêz Ocalan de ye

Kurd li ber xwe didin, Kurd ê li ber xwe jî bidin. Rêberê gelê Kurd rê û rêbaz daye pêşiya we. Heta hûn biçin li ber wan deriyan lavayan bikin herin, mifteya azadiyê, mifteya aştiyeke birûmet, mifteya demokrasiyê di destê Rêberê gelê Kurd Birêz Ocalan de ye. We got em ê Kurdan tasfiye bikin, îro hûn bixwe hatine asta tasfiyekirinê, asta xelasbûnê. Hûn qediyan, sîstema we riziya. Yê ku serbilind e û çok danayne erdê jî îro li Qada Amedê ye, gelê Kurd û Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê em dibêjin pirsgirêka gelê Kurd divê çareser bibe. Partiyên muxalefet jî tên dibêjin rêya demokrasiyê di Amedê re derbas dibe. Yaw eyb e, şerm e! Mirov hinekî şerm dike. Ev heft sal in li Kurdistanê zilma ku nekirin nemaye. Tu hîn hatiyî dibêjî rêya demokrasiyê di Amedê re derbas dibe. Berî te jî Mesût Yilmazan, Demîrelan, Erdoganan tevan ev anî ziman. Zikê me ji van derewên we re têr e. Dev ji derewan berdin. Me got rêya demokrasiyê jî, rêya azadiyê jî Îmralî ye, Birêz Ocalan e, azadiya wî ya fizîkî ye. Wekî din rê û rêbaz tuneye. Ne xwe bixapînin ne gelê Tirkiyeyê bixapînin. Hûn nikarin gelê Kurd bixapînin, ew dem derbas bû. Gelê Kurd du caran kredî da we, sê caran kredî da we. We ew tev xelas kirin, qedandin. Hûn ê êdî gavên şênber bavêjin. Ew demên ku hûn ê rayên gelê Kurd bistînin çûn, hûn xwe dixapînin. Ev Newroza Dem dema serkeftinê ye û ev Newroza Dem dema azadiya Rêberê gelê Kurd Birêz Ocalan e. Rê jî ev e, rêbaz jî ev e, ji b me jî ji xeynî berxwedan tu rê û rêbaz tuneye. Newroz pîroz be!  

21 Mart 2022