Kadın katliamlarına karşı Şırnak’tan seslendik: Erkek-devlet şiddetinden hesap soracağız

Parti Sözcümüz Ebru Günay, MYK ve PM üyelerimiz ile Şırnak, Diyarbakır, Mardin, Siirt, Batman Urfa il ve ilçe yöneticilerimizin katılımıyla kadın katliamlarına karşı Şırnak’ta Barış Parkından İdil ilçe binamıza yapılan yürüyüşün ardından açıklama yapıldı. Açıklamaya DBP, TJA ve bölgedeki kadın kurumları ile sivil toplum örgütleri de katıldı. 

Parti Sözcümüz Ebru Günay açıklamada şunları söyledi:

Erkek yargı hesap verinceye kadar bizler mücadelemizi yürüteceğiz

Bizler bugün Şırnak’tan, Cizre’den, Silopi’den, İdil’den, Batman’dan, Nusaybin’den, Diyarbakır’dan öfkeli kadınlar, erkek-devlet şiddetine karşı büyük bir öfkenin sahibi olan büyük bir mücadelenin sahibi olan kadınlar olarak İdil’deyiz. İki gün önce hayatını kaybeden kadın arkadaşlarımızı anmak için, kadın arkadaşlarımızın katliamlarına tepkimizi göstermek için buradayız. Sadece iki gün arayla Şırnak’ta 5 kadın katledildi. Firdevs Babat, Leyla Karaaslan ve 3 kızı katledildi. Bu şu demektir: Bu ülkede bir kadın kırım politikası yürütülüyor, bir cins kırım politikası yürütülüyor ve erkek-devlet, iktidar ve onun kolluk kuvvetleri bu kadın kırımı politikalarına göz yumuyor. Çünkü katil erkekler en büyük cesareti iktidarın kadın düşmanı, cinsiyetçi ve ırkçı kadın politikalarından alıyor. İktidarın cezasızlık politikalarından güç alarak kadınları katletme cesaretini gösteriyorlar. Ama bizler, başta TJA’lı ve HDP’li kadınlar olarak hiçbir zaman susmadık, durmadık ve her zaman mücadelemizi büyütmeye, güçlendirmeye ve örgütlemeye devam ettik. Çünkü şunu biliyoruz ki; hiçbir erkek, örgütlü kadın karşısında, özgürlük mücadelesi veren biz kadınların karşısında asla hesap vermeden duramayacaktır. Bizler özgürlük mücadelesi yürüten kadınlar olarak gerçek adalet tesis edilene kadar, erkek yargı ve her bir kadın arkadaşımızın katili hesap verinceye kadar mücadelemizi yürüteceğiz.

Kadınlar erkeklerden, erkek-devlet şiddetinden hesap soracaklar

AKP iktidarı erkekleri koruyarak, kadın katillerini koruyarak kendisini ayakta tutmaya ve kadın kırım politikasına izin vermeye devam ediyor. Bakın şu an İdil ilçe binamızın önündeyiz. Parktan buraya yürümeye çalıştık, etrafımıza onlarca kolluk kuvveti seferber olmuş. Kadın katillerine barikat kurmayan kolluk kuvveti, kadınların can güvenliğini sağlamayan kolluk kuvveti sesini yükselten, isyan eden kadınların karşısında barikat oluyor. Sizler erkekleri koruduğunuz sürece, kadın katillerini koruduğunuz sürece bu ülkede kadın kırım politikaları devam edecek. Her gün kadınlar katledilmeye devam edecek. Ama her bir arkadaşımıza ayrı ayrı söz veriyoruz. Sizin failleriniz, katiller elbet gerçek bir adalete hesap verecekler. Bu, bizim mücadele gerekçemizdir. Bu, bizim özgürlük gerekçemizdir. Ne yaparsanız yapın, hangi barikatı kurarsanız kurun kadınlar erkeklerden, erkek-devlet şiddetinden hesap soracaklar. 

Bu yüzyılda erkek-devlet değil özgürlük için mücadele eden kadınlar kazanacak!

Bizler şu an Şırnak’tayız. AKP iktidarının başta Şırnak olmak üzere bütün Kürt illerinde daha özel ve erkek politikası yürüttüğünü çok iyi biliyoruz. Bu da üniformalı şiddetidir. Hepimizi bunları Şırnak’ta istismar edilen çocuklardan, tecavüze uğrayan kadınlardan, Batman’da katledilen İpek Er’den biliyoruz. Ama bizler mutlaka hesabını soracağız. Çünkü 21. yüzyıl kadın yüzyılıdır. Bu yüzyılda erkekler değil biz kadınlar kazanacağız, erkek-devlet değil özgürlük için mücadele eden kadınlar kazanacak. Kadın yaşamdır ve biz bu yaşamı koruyacağız, savunacağız. Bugün bir kez daha söylüyoruz: Jin jiyana Jiyane Nekujin! 

Hevseroka me ya Bajêr a Şirnexê û aktîvîsta TJA’yê Sabuha Akdag jî daxuyaniya Kurdî xwend. Akdag wiha got:

Sebra me li hember vê tundiyê nemaye!

Polîtîkayên tundî yên serdestiya mêr a li ser jinan û zarokan ku di van demên dawî de bi awayekî sîstematîk zêde dibin, êdî sebra me nehiştiye. Desthilatdariya AKP-MHP’ê îro li her derê welat li dijî jinan şer îlan kiriye. Destkeftiyên ku bi têkoşîna jinan hatiye bidestxistin yek bi yek tên tunekirin, qanûnên ku pêk nayên, daxistina cezayên ku şîdetê  teşwîq dikin, bi gotinên ku şîdetê normal dibînin qirkirina jinan ji bo mêrên vî welatî  weke mafekî meşrû tê dîtin. Sebra me li hember vê tundiyê nemaye!

Em êdi nahêlin ku me wek çeka şer bi kar bînin

Û îro li erdnîgariya me her cure tundiya li ser jinan jî weke parçeyekî şerê qirêj ê li dijî Kurdan tê dîtin. Her roj em ji quncikekî Kurdistanê nûçeyên derbarê tacîz, tecawiz, kuştin, fuhûş û madeyên hişbir dibihîzin. Weke polîtîkaya şerê taybet îro li tevahiya erdnîgariya me êrîşeke zayendî heye. Hemû argumanên şerê îdeolojîk û siyasî yên pergala serdest a mêr ku ev 5000 sal in hatiye avakirin, îro jî qat bi qat tê pêkanîn. Em êdi nahêlin ku me wek çeka şer bi kar bînin, sebra me nemaye! Di van demên dawî de nûçeyên kuştin, windakirin û çeteyên fuhûşê yên ku bi taybetî ji alî kesên bi unîforma ve pêk tên her roj hêrsa me jinan zêde dike, yên ku di vî sûcî de cih digirin, yên ku tehrîq dikin, li kolanên me destên xwe dihejînin û digerînin. Sebra me ya ji bo bêcezabûnê nemaye!

Girtina Hasan Karaaslan hêrsa me kêm nake

Em baş dizanin ku ev rewşa bêcezakirinê hemû mêran motîve dike ku şîdetê pêk bînin û wêrektiya xwe ji vê yeke digirin. Li cihê ku pêvçûn, wêranî û şer lê hebe, tê xwestin ku jin bibin qurbanî. Bizanin, sebra me nemaye! Hefteya borî li Qilabana Şirnexê Fîrdevs Babat a 17 salî hat qetilkirin. Pişt re di 23’ê Tebaxê de Leyla Karaaslan û keçên wê Derya, Melek û Şerîfe Karaaslan li Şirnexê ji aliyê kiryar Hasan Karaaslan ve hatin qetilkirin! Di nava çend rojan de li bajarekî 5 jin hatin qetilkirin. Girtina Hasan Karaaslan hêrsa me kêm nake.

Yên ku mêran teşwîq dike desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ye 

Îro bi taybetî eger ku sûcdarên şîdetê yên li herêmê bi zirxên bêcezakirinê li kolanên me negeriyan, polîtîkayên li ser wekheviya zayendî bihatiban pêşxistin, saziyên me yên jinan ên ku me bi kedeke mezin vekiribûn nehatana desteserkirin, 5 hevalên me yên jin belkî îro dijiyan. Berpirsyarê vê yekê, yên ku mêran teşwîq dike û jinan mehkûmî mirinê dike, serdestiya mêr e û berdevkê wê yê li vê erdnîgariyê, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ye. Sebra me nameye ku ev hikûmet dijminatiya jinan bike.

Sebra me qediya, dest ji jin û zarokan berdin!

Tehrîqkirina serdestiya mêran a weke çeka şer, mehkûmkirina jinan a bi mirin û koletiyê tiştekî ku em qebûl bikin nîne û wê tu carî jî pêk neyê. Ên ku hewl didin bi rêya şîdetê jinan bêdeng bihêlin em ê bi rêxistina xwe ya ku xweparastina me ya herî mezin e, li hemberî ên ku hewl didin bi rêya şîdetê jinan bêdeng bihêlin bersivê bidin û em ê têkoşîna jinan mezin bikin. Li vir, li malên me, li kuçe û kolanên me, li taxên me, tu jinek ne bêçare, tu jinek ne bi tenê ye! Em careke din li dijî van qetlîamên jinan ên ku bi awayekî sîstematik pêk tên bang dikin. Di van rojên ku her cureyên bêexlaqiyê tê ferzkirin û hewl tê dayîn ku civaka me bi jin û zarokan bê qelskirin, weke jin em careke din hêzên tarî yên li pişt van sûcan hişyar dikin; Em ê destûrê nedin ku hûn jinan weke objeyên şerê biyolojîk bi kar bînin. Sebra me qediya; Dest ji jin û zarokan berdin.

26 Ağustos 2022